Saziya Akademyê li Wanê bi ser navê Ziman û Neteweyê panelek li dar xist. Bi munasebata Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ev panel li VAN TSOyê pêk hat. Panel bi pêşkeşvaniya Macît Orhan hat tertîpkirin, di destpêka panelê de Hevserokên Akademyê Gulseren Kîraz û Abdurrahîm Orhan xêrhatina gel kirin û li ser giringiya rojê axifitin....
Kategori: Video
Şeva Yelda bi Coş û Heyecan Hat Pîrozkirin
Li Akademyê şeva herî dirêj a salê bi beşdariyek mezin hat pîrozkirin. Kevneşopiya deh hezar salî ya kurdan bi stran, helbest, çîrok û mamikan hat derbaskirin. Vê şeva ji aliyê Akademyê ve hatî organîzekirin Hunermend Ferec bi gîtara xwe performansek heavy metal li dar xist. Her wuha Hunermend Sîrac li gel Sembûrvan Serkan stranên xwe...
Ji Akademy û Înstîtûya Ehmedê Xanî Panelek Hevbeş li Ser 21ê Sibatê
Li Salona Konferansê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê, me wek saziya Akademyê û Înstîtûya Ehmedê Xanî panelek ji boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê derbarê Ehmedê Xanî û berhemên wî hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolînerê ji Başûrê Kurdistanê Tehsîn Îbrahîm Doskî, nivîskar, lêkolîner û weşangerê ji Bakurê Kurdistanê Xalid Sadînî panelîstên çalakiyê bûn. Di...
Bernameya Sertîfîka Dayîna Kursên Kurdî Hat Li Dar Xistin
Îro (16.01.2025) li Akademyê ji bo sertîfîka dayîna kursiyerên zimanê kurdî yên asta yekem û asta duyem bernameyek hat li darxistin. Bername bi xeberdana destpêkê ya hevserokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan dest pê kir. Piştî wê sertîfîkayên kursiyeran yek û yek hat teqdîm kirin. Berdewamiya bernameyê de Hunermend Ferec bi gîtara xwe û stranên xwe...
Kursa Îngilîzî Ya Zarokan De Îsal Dersa Kurdî Jî Heye
Ji bo xwendekarên dibistana navîn kursa sala 2024-2025’an du hefteye dest pê kir. Zarok li hemberî lîstik û aktîvîteyan di rêberiya Mamosteya îngilîzî Rana Evin Orhan’de dersan hildigirin. Kursê de perwerdeya hîbrît tê dayîn, dersên rû bi rû û online tev hene. Di dersan de weşanên Oxford’ê têne bikaranîn û her wuha bi texteyê aqil...
Sertîfîka Dayîna Kursa Îngilîzî
Xwendekarên kursa Îngilîzî ya dibistana navîn îro sertîfîkan yên xwe hilgirtin. Piştî perwerdeya 6 mehan ezmûn hat kirin û kursîyerên ezmûnê derbas bûyîn sertîfîkayen A1 wergirtin. Di bernameya sertîfîka dayînê de serokê Akademyê Mamoste Abdurrahim Orhan û Mamoste Gulseren Kiraz axaftinek kirin. Li pey wê sertîfîkayên xwendekaran hatin dayîn û bi hev ra lîstik leyîstin,...
Pîrozbahîya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û Sertîfîka Dayîna Kursîyerên 2024ê
Ji alîyê Akademyê ve ji bo 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Otêla Urartuyê pîrozbahîyek hat tertîp kirin. Bername bi pêşkêşvanîya Nurşen Orhan û İbrahim Korkmaz pêk hat, pêşîyê mamoste û nivîskar Birêz Şehvan Karakoyun li ser girîngîya roje axaftinek kir. Mamoste Karakoyun behsa jîyana têr û tijî ya Celadet Ali Bedirxan û xebatên wî...
Çend Dîmen Ji Herêma Kurdistanê û Newroza 2024an Li Akrê
Serokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan li gel hin dildarên saziyên sivîl û geştyaran ji bo Newrozê çûne Herêma Kurdistanê. Kom tev li pîrozbahîyên Newrozê yên li Akrê bûn û piştre li Hewlêr, Dihok, Laleş, Amediyê û Zaxoyê geryan.
Pîrozbahîya 21ê Sibatê Li Akademyê Bi Coş û Heyecan Hat Tertîp Kirin
Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî li Wanê, li avahîya Akademyê pîrozbahî hat li dar xistin. Şevbêrka bi çîrok, helbest, kilam û stranan hatî pêşkêş kirin dawîyê bi govendê hat temam kirin. Eleqeyek mezin ya beşdarvanan hebû ji bo bernameyê, Pêşîye serokê Akademyê Abdurrahim Orhan li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî xeber da...
Dengbêj Taha bû Mêhvanê me
Dengbêjê hêja û ciwan birêz Taha Bozdemir bû mêhvanê Akademyê. Dengbêj Taha li gel xwendakarên kursa me ya mezinan beşdarî dersê bû paşî hem di dersê de hem jî civatek cuda de kilam gotin. Ji bilîkilamên dengbêjkî stranên dîlankî jî li gel xwendekaran gotin. . . .










