Ji alîyê Akademyê ve ji bo 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Otêla Urartuyê pîrozbahîyek hat tertîp kirin.
Bername bi pêşkêşvanîya Nurşen Orhan û İbrahim Korkmaz pêk hat, pêşîyê mamoste û nivîskar Birêz Şehvan Karakoyun li ser girîngîya roje axaftinek kir. Mamoste Karakoyun behsa jîyana têr û tijî ya Celadet Ali Bedirxan û xebatên wî yên bo zimanê Kurdî meşandine kir. Her wiha qala derxistina kovara Hawarê û çawa bûyê wesîleya vê cejnê jî kir.
Piştî wê Kursîyerê asta duyem Birêz Omer Karatay çîroka bi navê Xezîneya Zilamê Cotkar xwend. Her wiha kursîyer Zeynep Orhan jî helbesta Cegerxwîn ya bi navê KOma Miletan xwend.
Li pey wê Serokê Akademyê mamoste Abdurrahim Orhan bi slaytekê behsa Akademyê û xebatên wê kir, qala xwedî li derketina Zimanê Kurdî kir.
Di bernameyê de kursîyerên ku di sala 2024an kurs serkeftî qedandine sertîfîkayên xwe hilgirtin. Sertîfîkayên xwendekare ji alîyê nivîskar û lêkolînerê zimanê Kurdî Birêz Xalid Sadînî, Mamoste Bedrettin Wanî û nivîskar û Mamoste Şehvan Karakoyun ve hat dayîn.
Ji ber xebatên wê yên dildarî ku ji bo Akademyê dike û kursên Îngilîzî yên di meşîne Mamoste Gulseren Kiraz jî hat xelat kirin û ji alîyê serokê Akademyê Birêz Orhan ve plaket bo hate dayîn. Li pey wê li gel hinde beşdarvanan lîstika Erê û Na hat leyîstin û kesên hatine dîkê (sehneyê) bi gul û pirtûkan hatin xelat kirin. Pirtûkên jı bo beşdarvanan hatine dîyarî kirin ji alîyê Birêz Sadînî ve hatibûn temîn kirin.
Piştî van çalakîyan hunermendan sehne hilgirt, li gel muzîsyen Hasan Olcar û Yakup Ören, Birêz Dengbêj İsmail Seyranoğlu ve Birêz Dengbêj Taha Bozdemir bi dengên xwe yên xweş, kilam û strana beşdarvan birin dinyaya bêhempa ya muzîka Kurdî. Dawîya bernameyê de beşdarvanan govend girt.

.

.
.

.
.

.
.

.

.

.

.
.

.

.

.

.

.

.

.

.

.

.

.

.

.

.



Şîroveyekê binivîse