Ji Akademy, Înstitûya E.Xanî û Nûbiharê Pêşbirka Helbestan a Bi Xelat ji bo Zarokan

Ji Akademy, Înstitûya E.Xanî û Nûbiharê Pêşbirka Helbestan a Bi Xelat ji bo Zarokan

Pêşbirka Helbestan a Bi Xelat Ji Bo Zarokan: “Nûbihara Biçûkan – Pêşbirka Xwendina Helbestan”

Dîroka Dawî ya Serlêdanê: 5 Gulan 2026

Ji bo zarokên di navbera 7 û 15 salî de, Înstitûya Ehmedê Xanî û Nûbiharê bi hevkariya Akademyê pêşbirka helbestan a bi xelat bi navê “Nûbihara Biçûkan – Pêşbirka Xwendina Helbestan” organîze dikin.

Pêşbirk wê di 9 Gulan 2026 roja Şemiyê saet 13:00 de li WAN TSO (Cihê bûyerê) were lidarxistin.

Xelatên Pêşbirkê:

  • Kesê 1. Çarêk (Zêr)
  • Kesê 2. Tablet
  • Kesê 3. Saeta jîr
  • Kesê 4. 2.000,00 TL
  • Kesê 5. 1.500,00 TL
  • Kesên 6, 7, 8, 9 û 10. Her yek 1.000,00 TL

Di vê pêşbirkê de zarok dê helbestên xwe bi dengê xwe bixwînin. Armanca bingehîn ew e ku zarokên Kurd bi zimanê dayikê (Kurmancî) eleqeya xwe bi helbest û edebiyatê re mezin bikin, jêhatîbûna xwendina dengdar pêş bixin û bi awayekî afirîner beşdarî çalakiyên kulturî bibin.

Ji bo beşdariyê, zarokên di nav 7-15 salî de dikarin serlêdanê bikin. Di pêşbirkê de 10 xelatên cuda wê werin belavkirin û her zarokek beşdar dê sertîfîka werbigire.

Ji bo agahiyên zêdetir û serlêdanê:

LÎNKA HELBESTÊN PÊŞBIRKE (METÎN Û PDF)

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon