Îro (16.01.2025) li Akademyê ji bo sertîfîka dayîna kursiyerên zimanê kurdî yên asta yekem û asta duyem bernameyek hat li darxistin.
Bername bi xeberdana destpêkê ya hevserokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan dest pê kir. Piştî wê sertîfîkayên kursiyeran yek û yek hat teqdîm kirin.
Berdewamiya bernameyê de Hunermend Ferec bi gîtara xwe û stranên xwe ve beşdarvan mest kirin. Dengbêj Taha Bozdemîr bi kilamên dengbêjî bername xemiland.
Li pey wê Çîrokbêj Sitî bi çîroka Xecê û Siyabend guhdarvan birin nav kurahiya çîrokan.
Bername bi bangawaziya kursên nû yên her sê asta qediya.


Şîroveyekê binivîse