Li Akademyê qursên hînbûna xwendin û nivîsandina Kurdî dewam dikin. Qursa 02.11.2023 an pêkhatî eleqeyek mezin a dildarên zimanê Kurdî hebû. Mamoste Abdurrahim Orhan ku perwerdehiya xwe a mamostetiya zimanê Kurdî ji Zanîngeha Mêrdîn hilgirtiye ders rêvebir.
Kategori: XEBATÊN ME
Yekemîn Qursa Xwendin û Nivîsandina Kurdî Hat Dayîn
28.10.2023 yan li Akademy’ê yekemîn qursa xwendin û nivîsandina Kurdî hat dayîn. Serokê Akademy’ê birêz Abdurrahîm Orhan wek mamoste qurs da. Bi armanca ku beşdarvan bikaribin Kurdî bixwînin û binîvîsin ev qurs hat organîze kirin. Mixabin gele Kurd ji ber tunebûne perwerdeya zimanî zikmakî nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Bi saya vê qursa...
Li Gel Nivîskar û Mamoste Şehvan Karakoyun Civatek Li ser Perwerdeya Zaroka
21.10.2023 an roja Şemiyê li gel nivîskar û mamoste Şehvan Karakoyun bi mijara “Li Ser Derew û Tundiyê Perwerdeya Zaroka” xebatek hat kirin. Şehvan Karakoyun bi navê “Di Perwerdeya Zarokan De 40 Rêzikên Zêrîn” pirtukek bi zimanê Tirkî nivîsiye.
Du Xebat: Cudahiyên me çawa me dikin bêhampa-Does intelligence depends more on the environment or genetics?
14.10.2023 an li Akademyê du çalakî hatin organîze kirin. Çalakiya yekemîn bi zimanê Kurdî û derbarê “Cudahiyên me çawa me dikin bêhampa û taybet” hat pêk anîn. Çalakî saet 14:00 an destpêkir û nêzî du saeta berdewam kir, eleqeyek zêde a kesên beşdarbûyî hebû bo mijarê. Piştî wê saet 16:30 an bi zimanê Îngîlîzî aktîvîteyek...
Li Ser Şiyana Axaftinê Gotûbejek Hat Li Dar Xistin
7’ê Meha Çiriya Pêşîn li Akademyê li ser şiyana axaftinê gotûbêjek hat li dar xistin. Di moderatoriya Serokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan de li gel beşdarvanan li ser bingeha ziman, çawa holê derketina wê û peyra jî liser şiyana axaftinê gotûbêj hat kirin, civîn bi avayek înteraktîf û tevkariya beşdarvana hat li darxistin.
Ji Emerîkayê Bo Akademya Me Pirtûk Hatin Rêkirin (VÎDEO)
Dostê me yê Emerîkî Birêz Brett Goldberg ji bo Akademya me hinde pirtûk rêkirin. Di nav pirtûkan de li gor astên cuda pirtûken perwerdeyê, roman û çîrok, pirtûkên navdar yên Îngilîzî hene. Gelek spas bo Kek Brett Goldberg.
Ji Bo Mexdûrên Erdhejê Fitare Hat Dayîn
Me wek Akademy li gel hin mexdûrên erdhejê yên li Wan'ê fitare kir û hin aktîvîte kirin.







