Kursa Me ya Havînê ya ji bo Zarokan Dest Pê Dike
Bi kêfxweşî em radigihînin ku Kursa Havînê ya ji bo Zarokên 9–14 salî dest pê dike û niha serlêdan tên qebûlkirin.
Ev kurs ji bo ku zarok havînek bi fêrbûn, kêfxweşî û pêşketinê derbas bikin hatiye amadekirin. Di vê kursê de xwendekar dê derfetê bibînin ku zanîn û jêhatîyên xwe di van waran de pêş bixin:
- 1) Kurdî (Kurmancî) 2) Îngilîzî 3) Quran 4) Kişik
Mamosteyên me yên xwedî ezmûn dê di hawîrdorek germ û dostane de alîkariya zarokan bikin da ku fêr bibin, jêhatîyên xwe pêş bixin û bi kêfxweşî havîna xwe derbas bikin.
Ji bo serlêdanê bitikîne
WhatsApp: 0 552 415 28 75
Navnîşan: Şerefiye, İrfan Baştuğ Cd. Tiana Center Kat:4 No:18, 65140 İpekyolu / Van
Em bi dilxweşî li benda pêşwazîkirina zarokên we di Kursa Havînê ya AKADEMY de ne.


Şîroveyekê binivîse