06.01.2024ê roja Şemîye, heyetek ji Şaxa KESKê ya Wanê serdana Akademyê kir. Heyet ji alîyê Reveberîya Akademyê ve hat pêşwazî kirin. Li ser xebatên Akademyê û KESKê gotûbêj hat kirin. Rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî, xebatên li bajarê Wanê yên heyî hatin îstîşare kirin. Rêveberîya Akademyê behsa xebatên xwe yên li ser Kurdî û Îngilîzî...
Kategori: XEBATÊN ME
Çalakiya Civata Axaftinê
Sibê (05.01.2024) li Akademyê li ser babeta ‘Çawa di nav civakê da bi xwe bawer biaxivî?’ çalakiyek civata axaftinê tê li dar xistin. Mijar: Çawa di nav civakê da bi xwe bawer biaxivî? Dem: 06.01.2024 Şemî Saet: 14:00 Cih: Akademy
Bi Stran, Lîstik û Çîrokan Kursa Kurdî ya Xwendekarên Lîseyê Didome
Kursa Kurdî ya Xwendekarên Lîseyê li avahiya Akademyê bi coş û heyecana ciwanan didome. Mamoste dersa kursê bi textê aqil dide, heman demê bi lîstikan, stranan û çîrokan naveroka dersê tê dewlemendtir kirin. . .
Kursa Îngilîzî ya Xwendekarên Dibistana Navîn Didome
Kursa Îngilîzî ya ku ji bo koma dibistana navîn hatî vekirin bi rêveberiya mamoste Gulseren Kîraz didome. Kurs bi perwerdehîya hîbrît, bi jêderken (pirtûkên) ku xwedî bingehek pêşketî ya teknolojîkin tê dayîn. Di navbera dersan de zarok bi lîstikên zekayê wextê xwe derbas dikin. Armanca kursê ew e ku piştî qedandina kursê xwendakar bikaribin bi...
Çend Dîmen ji Kursa Kurmancî Ya Asta Yekemîn
Li Akademyê kursa Kurmancî ya asta yekemîn didome. Xwenkedar bi naveroka dersê, çalakî û lîstikên perwerdeyê dersên kursê temam dikin. Di navbera dersan de suhbet û lîstina kişikê dema xwe derbas dikin. .
Serlêdan Ji Bo Kursa Îngilîzî ya Xwendekarên Dibistana Navîn Dest Pê Kir
Li Akademyê serlêdanên kursa Îngilîzî ya ji bo xwendekarên dibistana navîn dest pê kir. Kurs bi perwerdehiya hîbrît were dayîn. Kurs dê rojên Şemîyê li Akademyê navbera saatên 13:00 û 16:10 an rû bi rû, êvara Çarşemê saet 19:30 – 21:00 an online pêk were. Kurs ji du astan (A1 û A2) pêk tê, her astek...
Gotara Serokê Akademyê Li Gel Ajans65ê
Serokê Akademyê Abdurrahim ORHAN, li gel kanala Ajans65ê hevpeyvînek kir. Li ser xebatên Akademyê, derheqê hînbûna Îngilîzî û Kurdî da û kursên heyî yên saziyê daxuyanî hat dayîn. Hûn dikarin gotarê li jêr temaşe bikin:
Kursek jî ji bo xwendekarên Lîseyê
Li Akademyê Kursa Kurdî ya asta yekemîn ya ji bo xwendekarên lîseye hat vekirin. Kurs dê rojên Yekşemê di navbera saetên 13:30 – 17:00an da pêk were. Ji bo serlêdanê lînka jeri vekin kerema xwe: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSeBkyaAIYuymxJjk0GiUPJLxrX5uBFN44pyLuUZiSn4zre9DA/viewform
Serlêdanên Kursa Kurdî ya asta yekemîn ya ji bo mezinan dest pê kir
Li Akademyê Kursa Kurdî ya asta yekemîn ya ji bo mezinan hat vekirin. Kurs dê rojên Pêncşemê di navbera saetên 18:30 – 21:30 da pêk were. JI bo serlêdanê lînka jeri vekin kerema xwe: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSdyjDbb684TVsKt_q-9Z9kyrKvh1ZswgXkzA_egCromSnnbxg/viewform
Daxwaza Zarok û Ciwana a Navdar Bûyîna Li Online û Xetereyên Wê
04.11.2023 an roja Şemiyê saet 14:00 an li ser “Daxwaza Zarok û Ciwana a Navdar Bûyîna Li Online û Xetereyên Wê” civatek axaftinê hat pêk anîn. Beşdarvanan bi avayek înteraktîf li ser mijarê mejî bahozek kirin û mesele nîqaş kirin. Piştî wê saet 16:00 an vê care heman mijar bi Îngilîzî û bi sernameya “The...










