Li Akademyê kursa kurdî ya asta sêyem dest pê kir. (30.01.2025) Mamoste Abdurrahîm Orhan waneyan dide, kursiyer di vê astê de mijarên serekê yên gramerê, xwendinên asta bilind û kûrtir fêr dibin.Piştî kursê bi ezmûna sertîfîkayê kursiyerên serkeftî sertîfîka hildigirin.
Kategori: XEBATÊN ME
Şandeya Akademyê Seredana Kurdîgehê Kir
Îro (25.01.2025) şandeyek Akademyê ku hevserokên saziyê jî tê de cih girtin seredana Kurdîgeh’ê kirin. Di seredanê de Heval (Hemît) Dilbahar jî li saziyê bû. Li gel civata amade bûyî di derbarê xebatên ziman, girîngiya wê ya ji bo yekitiyê û neteweya Kurd hat îstîşare kirin.
Kursa Kurdi ya Asta Yekem a 2025’ê Dest Pê Kir
Îro (24.01.2025) yekem kursa kurdî ya sala 2025’ê dest pê kir. Kursa kurdî ya asta yêkem ji aliyê Mamoste Bedredîn Wanî ve tê dayîn. Kurs rojên Îniyê li avahiyê saziya Akademyê tê dayîn. Piştî kursê xwendekar dê bikarin jiyana rojane de xwe îfade bikin, xwe bidin nas kirin, xwendin û nivîsandina kurdî fêr bibin.
Heyeta Akademyê Seredana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (VAN TSO) Kir
17.01.2025’an roja Îniyê heyeta Akademy’ê seredana Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Kir. Heyeta ku ji hevserokê Akademyê Birêz Abdurrahîm Orhan tê de, ji aliyê serokê Odeyê Birêz Necdet Takva ve hat pêşvazî kirin. Birêz Takva û heyeta Akademyê nêzî saetekî hev dîtin pêk anî. Di seredanê de li ser rola odeyên pîşeyan û rexistinên sivîl, rola...
Bernameya Sertîfîka Dayîna Kursên Kurdî Hat Li Dar Xistin
Îro (16.01.2025) li Akademyê ji bo sertîfîka dayîna kursiyerên zimanê kurdî yên asta yekem û asta duyem bernameyek hat li darxistin. Bername bi xeberdana destpêkê ya hevserokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan dest pê kir. Piştî wê sertîfîkayên kursiyeran yek û yek hat teqdîm kirin. Berdewamiya bernameyê de Hunermend Ferec bi gîtara xwe û stranên xwe...
Kerem Bikin Kursên Kurdî – Ji Bo Her Sê Astan
Li Akademyê serlêdanên kursên nû yên Kurdî ji bo asta yekem, duyem û sêyem dest pê kirin. Bi riya lînkên jêri hûn dikarin serlêdana xwe bikin. LÎNKA KURSA ASTA YEKEM (1.) https://docs.google.com/forms/d/15JmxUXtXgR2C9FyY1w8eyAuF5Lx04UxbbLMm2oWBUDc/preview LÎNKA KURSA ASTA DUYEM (2.) https://docs.google.com/forms/d/195INNxeIlVnloIqZWCZDVYikGX_8QsJnzhBob1pQMM8/preview LÎNKA KURSA ASTA SÊYEM (3.) https://docs.google.com/forms/d/1eL_ezyP4TbKgM2h8h3m97Sy7Uf7Y7p1iyk_DQJjXZ6M/preview
Seredana Înstîtuya Ehmedê Xanî ji Aliyê Delegasyona Akademyê ve
Şandeya Akademyê îro seredana Înstîtuya Ehmedê Xanî kir ya ku Wanê û Swêdê şaxên wê hene. Heyeta di serokatiya Zanyar birêz Mahir Taha û Samî Çelîktaş de pêşwaziya delagasyonê kir. Heyeta Akademyê ya hevserok birêz Gulseren Kîraz û Abdurrahîm Orhan jî tê de, li gel mêvanên din li ser xebatên çand û zimanê kurdî îstîşare...
Eleqeyek Zêde Ji Bo Kursa Îngilîzî ya A1
Bi kontenjana temam bûyî kursa îngilîzî ya asta A1 a mezinan dest pê kir. Waneya ewil ji aliyê mamoste Akîf ve hate dayîn. Kurs hefteyê du rojan (Çarşem û Şemî) di navbera saet 18:30 û 21:00an tê bê dayîn. Mamoste Ferîmah Nosretpenah jî dê bi taybetî li ser speakîngê ders bide.
Kursa A1 a Îngilîzî ya Ji Bo Mezinan 20ê Sermawezê Dest Pê Dike
Li Akademyê ji bo mezinan kursa îngilîzî ya asta A1 tê vekirin. Kurs hefteyê du rojan (Çarşem û Şemî) di navbera saet 18:30 û 21:00an dê bê dayîn. Mamosteyên kursê Birêz Ferîmah Nosretpenah û Birêz Mamoste Akîf in. Ji bo serlêdana kursê dikarin lînka li jêr bi kar bînin. L Î N K A S...
Rêveberiya Nû Ya Akademyê Civîna Yekem Pêk Anî
Piştî lijneya giştî ya 20ê Cotmehî hatî kirin, rêveberiya Akademyê ya nû hatî hilbijartin yekem civîna xwe pêk anî. Hevserokên Komeleyê Birêz Gulseren Kîraz û Abdurrahîm Orhan, li gel endamên din yên rêveberiyê Birêz Asli Îsmaîloxlu, Îmran Kaya û Raîf Çapraz civîn kirin. Di civînê de ji bo sê salên pêşiya me plansazî hat kirin,...










