Helbestên Pêşbirka Nûbihara Biçûkan (PDF)
Helbestên ji bo pêşbirkê hatine qerar dayîn li jeri ne, hûn dikarin hilbijêrin.
Berken Bereh – De Were
roj borîn
demsal, sal
çend caran kulîlk vekir darbehîvê
heyvê xwe çend caran nû kir
nayê jimartin mehrûmê
tu nehatî!
ne şêx ne mişayîx
ne axa ne beg
qeşmerek nema
min xwe neavêtîyê
tu cardin nehatî!
temen tirş
rû tijî qirş
bajar
hejar û jar ma
min efara te jî xwar
yar
de were!
de were!
jîyanê li min bike bihar!
Berken Bereh – Diçim Ji Vir
diçim ji vir, diçim ji vir
bo bêrîyate b’kim diçim ji vir
di tûrî de hezar bîranîn
di dilî de agirê evînê
bo bêrîya te b’kim diçim ji vir
çend demsalan xwe nû kir
çend çîrçîrok ji bîr bûn
bo nameya nehatî xwendin
bo tovê nehatî çandin
bo bêrîya te b’kim diçim ji vir
hê germ e xwelîya dilê min
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j’te pê ve
bêrîya min bike li vir
diçim ji vir, diçim ji vir
bo bêrîya te b’kim diçim ji vir
Cegerxwîn – Gulfiroş
Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.
Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.
Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Can û dil didî.
Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kirîye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.
Cegerxwîn – Leylê
Di baxan dîlber im sorgul, wekî bilbil dikim meylê,
Sehergahan dinalim ez, eman Leylê eman Leylê.
Tu Leyla ez wekî Mecnûn, sitem kir pir li min gerdûn,
Xemê dil Dicle û Ceyhûn, felek hey lê… felek hey lê..
Bi nîșanî, bi șîranî, tu latê rind û xoban î,
Li te pîroz e şahanî, bi bejn û kêsim û şeylê.
Tu şêrîn î şekeramîz bi ken, her dem dikî paîz,
Tu şêrîn î li cem “Perwîz” me dil Ferhad e sed key lê.
Li ser textê evîn “Dara” Mesîha ye ji derda ra,
Ceger xwîn bû, ji dîdara te pirsek lê nekir qey lê.
Celal Gozen – Şêrîvane
Namê waştiyê mi Şêrîvan a
Ez şiwane ya, a bêrîvan a
Çi xanim a, keynê xaniman a
Çi delal a, serekê keynan a
Şirîn a, zê şemamokan a
Beşne barî, zê perperokan a
Porê aye zerdik, zê sosinan a
Zaf rindek a, zê pîvokan a
Werdeg a, werdegê zerê golan a
Gul a, gulê mîyanê bexçan a
Rîhan a, rîhanê fekê çeman a
Pepûg a, pepûgê serê koyan a
Ebdulla Goran – Zarokê Aştîxwaz (Wergêr: Kenanê Nado)
Zarokek im korpe û bi naz
Wekî bavê xwe yê aştîxwaz
Weku Kewa spî ya teqlebaz
Ji rovîyan dikim derbaz
Zarokek im, zarokek im, aştîxwaz
Naxwazim gurmînîya bomba
Li sêdarê serê min bibe ba
Naxwazim xirxira şerî
Mala bavê min pê re biçe ba bi ba
Zarokek im, zarokek im, aştîxwaz
Bavê min nabe bê kar bê
Rût û qût û hejar bê
Dayka min hêstirkên xemê
Birijîne wek dilopên biharê
Zarokek im, zarokek im, aştîxwaz
Naxwazim êtîm bimînim
Ger wêran be cihê xewim
Ji ber wê, sebebê şer
Her kî be dijminê wan im
Zarokek im, zarokek im, aştîxwaz
Îcar şert e heya hebim
Bi zimanê ji dilim
Kilama aştîyê her bibêjim
Aşitîya ku ronahîya çavim
Zarokek im, zarokek im, aştîxwaz
Ebdulla Goran – Yar Yar
Yar yar
şîrîn lencew lar
çawim riwa
Sebrim siwa
Hêzim lê bira
Her nehatî, der nekewtî
Boçî tuxwa?
Yar yar
şîrîn lencew lar
Jimardim gişt estêrey şew
Taq taq kerem kirde xew
Le ber kizey bay sard tezîm
Le gel gelay dirext lerzîm
Awing wek gîya terrî kirdim
Her nehatî, ewa mirdim
çawerwanim
Perêşanim
Peroşe gîyanim
Sa bimgerê hêzî jîyanim
Yar yar
şîrîn lencew lar
Nîgam tîmuy temaşate
Dad û wirawî ser rêgate
Gwêm `ezretî tirpey pête
Hemîşe arastey rête
Dilim pirr tase û peroşe
Dozexêke û germî coşe
Yar yar
Dermanî azar
Ehmedê Xanî – Her Dinalim
Her dinalim şev û rojan, meger ez Eyyûb im ez
Hêstiran her vedimalim, meger ez Yequb im ez
Bigirin dest ji me bêrûn, kul û derdan ku yek in
Wer bi pêçin bi cefayê xwe, ku ez mektûb im ez
Hindekî xem hene daîm li min ew vêk dikevin
Ez nizanim ku bi çav wan çi qewî mehbûb im ez
Xem telebkarê me ye, em xo telebkarê dîyar
Weh tilismê teleb im ez, talib û metlûb im ez
Eceb îqbalî ji bo min nihe “ Xanî “ ku li bal
Padîşahê xem û derdan, wehe ez merxûb im ez
Faîq Bêkes – Tifaq (Wergêran: Kenan Subaşı)
Kurekî hebû navê wî Dara bû
Hişyar û zîrek û zana bû
Her çi dikete ber çavên wî
Meraq dikir, vedikola û dipirsî
Rojekê wisa dîqet kir
Bi tenê mûrîyekî hûr
Xwe li hebeke genimî alandibû
Gelek pê aliqî û westiyabû
Kir û nekir nekarî bibe
Hêz û qewet tê da nemaye
Îcar ji hal ket û lê xist û çû
Çend mûrîyên din li gel xwe anî zû
Dema gihiştin ser heba genimî
Bar kirin birin vê carê bi hêsanî
Dara ji vê yekê îbret girt
Dersekî baş jê wergirt
Xwebixwe got her karê giran e
Bi tifaqî be hêsan e
Eskerê Boyîk – Inê Can
Kulîyê berfê danîne
Ser serê te inê can
Her yek keserê tîne
Ewladê te inê can.
Te çetinayî zehf dîtin
Berf û baran inê can
Pişta te ça peyakim
Barê giran inê can.
Êdî mezin im îro
Tu yî min ra inê can
Bextê min ra tu gîro
Ruh î min ra inê can
Îro berf e û pûs e
Ser serê te inê can
Ka destê te ramûse
Eskerê te inê can
Feqîyê Teyran – Ey Dilberê
Ey dilbera gerdenzerî
Way nazika dêmqemerî
Qamet ji mûma fenerî
Wêran ez im, malim xirab
Ew dilbera gerdenletîf
Way nazika qametelîf
Qamet ji reyhana xefîf
Wêran ez im malim xirab
Ey dilbera gerdenzucac
Way nazika mislê zucac
Qamet ji reyhana qirac
Wêran ez im malim xirab
Ey dilbera qametmîsal
Way nazika dil î hejar
Te j’xwendinê kirim betal
Wêran ez im malim xirab
Ey dilberê wey dilberê
Feryad ji destê keserê
Avek ji ava kewserê
Wêran ez im malim xirab
Ey dilbera gerdenzirav
Dêmşûşeya tijî gulav
Ey duxtera bejna zirav
Wêran ez im malim xirab
Çavan ku hiltînî b’mest e
Ew çend ya misrî bi dest e
Li kuştina min te bi qest e
Wêran ez im malim xirab
Tu bi qesta min dikujî
Tu bi kifra dil nasojî
Gelek sotim kirim rijî
Wêran ez im malim xirab
Subhan ji Şahê Zulcelal
Way nazika sahibcemal
Ji xwendinê kirim betal
Wêran ez im malim xirab
Subhan ji Sahê bi tenê
Xalik li xala gerdenê
Ez dîn kirim berdam dinê
Wêran ez im malim xirab
Sotim biraştim bêhesab
Lê pirsi bo kirme kebab
Kirye bi min sed reng ‘ezab
Wêran ez im malim xirab
Gelek sotim kirim kibab
Kirye bi min sed reng xirab
“Ya leytenî kuntu turab”
Wêran ez im malim xirab
“Ya leytenî kuntu” vexûr
Wey nazika min te ji dûr
Bêhiş kirim zilfê di hûr
Wêran ez im malim xirab
Bêhiş kirim zilfê di reș
Biskê sîyah, bihnê di xweş
Ey duxterê çapik bimeş
Wêran ez im malim xirab
Bêkêf kirim zilfê di reș
Biskê sîyah, zilfêd qemer
Eșq û muhbeta min li ser
Wêran ez im malim xirab
Eşqa mecaz peyda bûye
Îro li min dijwar bûye
Hêvî dikim heqîqî ye
Wêran ez im malim xirab
Fêrikê Ûsiv – Ez Şah im Delala Min
Ez şah im delala min
Xalis bê qisûra min
Dinya ber dest û ra min
Ca were hizûra min
Şên ke koşk û seraya min
Wergerîne textê min
Tu xwe bibe bextê min
Dayne meclîs suhbetê
Bi evîn û muhbetê
Ez ê nakim tu ferman
Xêncî huba dû û derman
Ez ê hildim tilîya te
Bigirim tayekî gulîya te
Bi kûzkê dilê xwe da kim
Gazî Şems û Xweda kim
Li ser reqemê binivîsim
Dewsa mohrê ramûsim
Û ji şahê muhbetê
Bişînim ser cimaetê
Fêrikê Ûsiv – Pampa Min
Pampa min a baş, Pampa min a kubar
Wê pal vedaye li wan quntarên sar
Pamp mîna bûka, bûka xemil lê bend
Li dorê çîyayêd me girtine govend
Çîyayêd me bilind, çîyayêd me kubar
Jê dixulxulin co û kanîyên sar
Ji şimalê mij tê mîna karwanan
Di ser çîyayê me re diçe aranan
Êvarê bi hewas mij gujeguj e
Û di nava mijê da Pamp dihênije;
Pampa min a sar-gulistan Şîraz
Min jê baq kirin gulêd xwe yêd xas
Ax, çiqa dixwest min hezar guman
Ku wextê mirin li min bibe mêvan
Cimaeta min meytê min şaîrî
Çehl bike li serê çîyayê Dibûrî
Ku mija Pampê mîna karwanan
Bê û di ser min re here aranan
Bêhna gulên min, huba dilê min
Huba dilê min, derd û kulên min
Bibe aranan
Bibe aranan
Bibe aranan
Qurn û dewranan
Firat Cewerî – Hewşa Dibistana Me
Hewşa dibistana me
Her çar alî lêkirî
Hundir hewşê de bexçe
Jêrî wê rezê tirî
Her sibeh ku ez diçim
Berî têkevim dersê
Ez zû bexçe av didim
Bi satil û tenekê
Ez ber leman çêdikim
Bi tevr û bêrê
Pelêk ku hişk, jê dikim
Ji bona gul pê ve bê
Bexçê dibistana me
Pir hêşîn e wek kevzê
Gava ku mirov diçê
Bêhna buhiştê jê tê
Hewşa dibistana me
Her çar alî lêkirî
Hundur hewşê de bexçe
Jêrî wê rezê tirî.
George Cooper – Tenê Dayîkek (Wergêran: Fereydûn Elî Emîn & Kenan Subaşı)
Bi sedan stêrk hene li asîman
Bi sedan masî di nav avê da
Bi sedan notirvan li ser sînoran
Bi sedan berxik di bin taveheyvê da
Dilopên xunavê rêz bûne bi sedan
Serê sibehê rojbaşîya te dikin di gel hev
Bi sedan mêşên hingivînê yên sivik û ciwan
Di nav sêpelên rengerxewan da
Bi sedan perperok di nav çêre û giyayê da
Lêbelê yek dayîkek heye me di dinyayê da.
Îrfan Akdag – Payîz
Û payîz ame
Daran ra pelî kewtî
Ti kewta mi zerrî
Payîz mi rê tarî
Mi rê serd
Nêbîyayîşê to
Waştî
Mi rê derd…
Kakeyî Felah – Xalxalok (Wergêran: Kenan Subaşı)
Xalxalokê
Mala xalê min li ku ye?
Tu dizanî gelo
Li bajêr e yan li gund e?
Di şûna te da
Heza min a firînê heye
Xwezî wekî te
Min perê xwe li hev xita li ser vê rêyê
Ta bizanibûya
Mala xalê min gelo li wê ye?
Mala xalê te
Niha ne li wir e
Kanî hişk e
Co û cobar bê av e
Dar û devî
Rengê zer helgirtine
Bê dûkel e
Hemû ew cih û ware
Her çi çûk e
Hêlîna wê xerabe ye
Ne ba’eba’a berxan e
Şivan bilûra wî şikiyaye
Ne şayî ye
Ne seyran e ne jî nêçîr e
Tu yê biçî ku derê?
Kî dibêje xalê te maye an li wir e?
Were em vegerin bi paş de
Hîn ku zû ye.
Kamiran Alî Bedirxan – Gulê
Ne tîr û ne xencer bû
Ne mar û ne ejder bû
Bêhna Gulê ez kuştim
Ne şûr û ne şeşder bû
Ne kanî ne robar e
Dinê êvar û sar e
Rûyê Gulê ez kuştim
Erd evraz e û xwar e
Dinê bêdeng û zer bû
Û tirba min li der bû
Çavên Gulê ez kuştim
Ne êriş bû ne şer bû
Çîya berf û dûman e
Gul û sosin nemane
Rengê Gulê ez kuştim
Yê dimire beran e
Gulê bêdil û bêcan
Gulê hakim û sultan
Sînga Gulê ez kuştim
Gulê rovî û şeytan
Gulê bêdeng û bênaz
Gulê bêqîr û awaz
Dengê Gulê ez kuştim
Gulê govend Gulê saz
Karlênê Çaçanî – Ez im rindik
Sor im, sor im, sorgul im.
Nola royê diçûrisim.
Ez ji tevan rindtir im.
Porkurîşk im, çavreş im.
Lê gelek heyf, biçûk im.
Ez ê kengê mezin bim.
Qelem, kitêban hildim
Ber bi mektebê birevim.
Ez Ê wisa hîn bibim
Wekî bi min kubar bin,
Lê gelek heyf, biçûk im.
Ez ê kengê mezin bim?
Karlênê Çaçanî – Kurkê Gemîcî
Ez hiz dikim gemîyêd sor,
Beyraqêd wane kesiksor.
Ez hiz dikim gemîcîya
Culetbûna wan hemûya.
Ew şev û roj tim hişyar in.
Welatê me xweyî dikin
Ha ser behra tên û diçin
Her tim şa ne, her tim devken.
Ez ê li xwe kim kincê wana
Û girê bidim qema wan
Kubar kubar herim û bêm
Kilamên wan bi dil bistrêm.
Letîf Helmet – Wêneya Welat (Wergêran: Kenan Subaşı)
Wêne dikim wêneyên ciwan
Wêneya stêrkan û asîman
Wêneya defter û qelem
Wêneya mekteb û
Wêneya qelayên bilind û rûbar
Wêneya çûk û gul û dar
Wêneya çîyayên bala û berz
Wêneya dinyayê û her çar werz
Wêneya birûsk û baranê
Wêneya hemû welatên cîhanê
Wêneya welatê min
Şirîntir e ji canê min!
Melayê Bateyî – Ger Tu Nazik Sorgul î
Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horîya reşkakul î
Ez aşiqê dîwane me
Horîya firdewsa ‘alî
Qumrîya baxê cemal î
Ger tu şem’ î wer şemal î
Ez ‘eceb perwane me
Xwoş şemal î mihr û mah î
Nazika ebrûsîyah î
Ger tu şah î padîşah î
Ez xerîbê xane me
Padîşahê hullepoş î
Afitab ser tasê noşî
Ger tu mestê meyfiroş î
Ez qûlê meyxane me
Mest û şehnaz î tu îro
Tîz û perwaz î tu îro
Ger ji min can xwazî îro
Hazirê astane me
Hazirê dergahê yar im
Bendeê xizmedguzar im
Çi bixwazî ixtiyar im
Sakînê merdane me
Ey hebîbê qelb û rûhê
Wey qerarê canê me
Dê çi bit carek xuya bê
Her tu bî mêhmanê me
Ez esîrê qeyd û bendê
Zulf û zencîrê te me
Qet nema carek xuya bî
Yusufê Ken’ane me
Wer li ber çavê me rûnê
Menzerê qelbê me nin
Qet nema carek xuya bî
Her tu bî sultanê me
Hudhude ger ku xuya bît
Bêt ji Belqîsê Seba
Pê muferreh bît Suleyman
Mutme’în bît canê me
Sed wekî ‘Îsa û Eflatûn
Û Calînûsê hekîm
Çareyê j’derdê me nakin
Bête ey Loqmanê me
Sekkîne me ez di ferman
Geh ‘etayî û gahê Îhsan
Bateyî ye hate sultan
Can fedayê canê me
Melayê Bateyî – Qiblegeha Aşiqan
Subh û êvarî şeva tarî şemala kê yî tu
Leyletul Qedr û Berat in nûra mala kê yî tu
Çîçeka baxê Îrem şûx bejn û bala kê yî
Bo Xudê key bêje min kanê şepala kê yî tu
Dêm kitêb e zulf e haşî şerhê xala kê yî tu
Dilbera gerden şefîf î danuwa durra ‘Eden
Nazik û mewzûn letîf î nexlîya selwa çîmen
Gullîbas î, gulqîyas î, gulenî gulpîrehen
Ahûya deşta Tetarê rehzena aska xeten
Horîya baxê beheştê çav xezala kê yî tu
Qiblegaha aşiqan î şengala ebrûzirav
Hate burca şaneşînê sed melaîk çûn silav
Dax û kovana evînê sotî canê min tevav
Extera subha se’îd î reşrihana ta belav
Filfila Hindûstanê zulf û xala kê yî tu
Ew çi dême şahebax e gulşena darul qerar
Sed hezaran nal û awazê di bulbul çar kenar
Helqe pê da bes tu hatin ‘eqreb û îlan û mar
Nêrgiza şehla şepal î asemîna mêrxuzar
Lebxemûş î meyfiroş î dêmpeyala kê yî tu
Pêncî salî şehlewendî keftime çaha resed
Min nizanim çerxê dêm e tê heye burca esed
Çengelek avête dil kun kir li min dad û meded
Qelbekî hişk û sufalîn min divêt can tê ebed
Şah li textê dilberê fikr û xeyala kê yî tu
sefhekêşa katibê xeybê ji nûra la yezal
xaleke wa l’gerdenê mîslê berê reş mah û sal
sedhezaran rekbehacî tên tewafa zulf û xal
netrik û şutrî û îlan dane ber bayê şemal
laubal î çardexal î çardesala kê yî tu
şehkitêbek min divêt behsê muhebbet bit temam
sed tilism û sihre tê da pêkve suryanî meqam
ebceda ‘eşqê me xwend û ‘eql û wendakir we mam
horîya baxê beheştê tûtîya tawusxeram
xeyrî batey padîşaha min delala kê yî tu
Melayê Cizîrî – Sebahul Xeyrî Xanê Min
Sebahulxeyrî xanê min
şehê şîrînzebanê min
Tu yî rûh û rewanê min
bibit qurban te canê min
Te`alallah çi zat î tu
çi wê şêrînsifat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
yeqîn rûh û heyat î tu
Heyat û raheta canim
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Sebahulxeyrî mesta min
letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperesta min
tu yî meqsûd û qesta min
Ji meqsûdan tu yî bes min
bibin ber çerxê etles min
Ji xeyrê te nevêt kes min
bi reştûzên muqewwes min
Di benda zulfê çewkan im
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Ji wê zulfê ji wê bendê
reha bim lê ji peywendê
Sîyehçeşmê spîzendê
te sohtim şubhetê findê
Şubhê şem` û şemal im ez
ji ber hubba te lal im ez
Ze`îf im wek hilal im ez
sifetgoyîn dikalim ez
Vi bilbil ra bi evxan im
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Vi bilbil ra şev û rojê
li ser wê terh û bişkojê
Enîmahê şefeqrojê
te sohtim şubhetê dojê
Ko dûr im ez ji wê hûrê
tinê carek li ser sûrê
Ji Wadê Eymena Tûrê
tecella kir di nêv nûrê
Ji wê sohtî dil û canim
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Ji husna wê tecellayê
yedê beyda û balayê
Çi wesfan bêm xeber nayê
welê dil cezbeê dayê
Ne hişyar im ji wê berqê
ji zertacê li ser ferqê
Spêde da heta şerqê
belê naêximê ferqê
Ji derbê `işqê nalan im
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Zerîf î nazik î şeng î
sifethûr î perîreng î
Bi rojê ra tu hevdeng î
du reştûzên sîyehyeng î
Kişandin lê ne wek caran
xedengên qewsê nûbaran
Ji rengê şîr û mûkaran
reşandin sîne wek baran
Ji wê derbê pur êşan im
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Veke carek xet û xalan
li ser wan mesned û palan
Bixwîne li me `ebdalan
bibînin `îd û sersalan
Îcazet dî me destûrê
perîrengê sifethûrê
Ji nêva zulmet û nûrê
binoşîn mey di ferfûrê
Ji dil talanê xalan im
sebahulxeyrî ya xan im
Were bînahîya çehvan
Bibînim bejn û balayê
Ji şehkasa ko qerqef tê
meya nûrîn muşerref tê
Nîşanek dilberê keftê
ji bo min her seher xef tê
Ji wê camê dinoşim ez
seher lew ney li hoş im ez
Ji `amê lê dipoşim ez
bi can her lê dikoşim ez
Ku xalib mest û sekran im
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Were pêşber Melayê xwe
şehîd û mubtelayê xwe
Bi şefqet ke lîqayê xwe
Mela nemrit bi dayê xwe
Mesîha yî li bîmaran
kesên geztî du reşmaran
Şehîdên şîr û mûkaran
kirî amancê nûbaran
Li dîdara te heyran im
sebahulxeyrî ya xanim
Were bînahîya çehvan
bibînim bejn û balayê
Melayê Cizîrî – Şox û Şengê
Şox û şengê zuhrerengê dil ji min bir dil ji min
Awurên heybetpelengê dil ji min bir dil ji min
Wê şepalê miskixalê dêmdurê gerdenşemalê
Cebheta biskan sema lê dil ji min bir dil ji min
Zulf û xalan nûn û dalan wan ji min dil bir bi talan
Goşeê qewsê hilalan dil ji min bir dil ji min
Dêmnedîrê bo’ebîrê xemrî û gîsû herîrê
Sîne kir amancê tîrê dil ji min bir dil ji min
Surşirînê nazenînê kuştim û nakit yeqînê
Wê bi çengala evînê dil ji min bir dil ji min
Fetl û taban da xuraban ebleq û cohtê şebaban
Dame ber pence’w kulaban dil ji min bir dil ji min
Xweşxeramê ez xulamê nazikê şîrînkelamê
Tûtîya eywanmeqamê dil ji min bir dil ji min
Mahiroyê miskiboyê surpelengê şêrixoyê
Wê bi zulfa şubhê goyê dil ji min bir dil ji min
Herdu weşman naz û xeşman kê ji ber wan ‘eql û hiş man
Sa’eta min dî bi çeşman dil ji min bir dil ji min
Mahitabê afitabê dêm ji roj û şebnîqabê
Xweş bi çengal û kulabê dil ji min bir dil ji min
Serwînazê serferazê şubhê zêr remza mecazê
Dame ber çakûç û gazê dil ji min bir dil ji min
Bejn û bala tox û ‘ala min kirin vêkra mitala
Çîçeka terhîn î wala dil ji min bir dil ji min
Mîrê xazî şîrê tazî vêkiran min dî bi bazî
Kir li mi j’xeflet ve gazî dil ji min bir dil ji min
Şîr û xişt in zulf û qişt in hin veşarin hin vehiştin
Pehlewanan dest vemiştin dil ji min bir dil ji min
Rohnîya çehvên Melayî ew tecellaya te dayî
Ya ji Ahmed dil revayî dil ji min bir dil ji min
Mueyed Teyîb – Pênc Mûrî
Pênc Mûrî bûn, pênc mûrîyên sor
Hatin ji rêyeka dûr
Ba rabû reş kir asman
Mûrîyek bir û çar jê man
Çar mûrî bûn, mûrîyên sor
Hatin bi rê dor bi dor
Av rabû û bû tofan
Mûrîyek bir û sê jê man
Sê mûrî bûn, mûrîyên sor
Dane rê bi lez û zor
Qijikek hat û per lêk dan
Mûrîyek bir û du jê man
Du mûrî bûn, mûrîyên sor
Hatin bê pirs û bê tor
Zarok hatin dest kutan
Mûrîyek birin yek hêlan
Mûrîyek ma, mûrîyeke sor
Rast û çep û jêr û jor
Xwe avête kuneke kûr
Kuna kûr mala wê bû
Lîs û heşara wê bû
Mûrîyên sor, pênc mûrî bûn
Ne kêz û ne zêrî bûn
Zarok hatin lê kom bûn
Fêrî hejmartinê bûn.
Mueyed Teyib – Spîndarek
Di hewșa mala me da
Spîndarek hebû
Bejna wê
Bilind
Tayên wê
Belav
Gulpên wê
Lîs û hêlîn
Sîbera wê
Zozan û fereșîn
“dema ez aşiq dibûm
Sêv didan
Dema ez mest dibûm
Ûşîyên tirî
Dema ez șad dibûm
Tûşemb û dirî
Dema xemekê jî
Canê min dida ber pencan û
Dilê min dikire
Pelekê agirî
Min pala xwe dida qurmê wê û
Têr dikire girî
Noke
Ne sêv mane û
Ne ûşîyên tirî
Xem jî
Wek şilxeka zirkêtka
Bi canê min werhatîne û
Rondik jî nemayne
Pê bikime girî
Dîyar e êvar e
Payîza emrî
Dîyar e
Pîrî ye pîrî
Nalî Şarezûrî – Çîn û Maçîn
Xetat fermo ke xoşe çîn û maçîn
Ke naçîn, lêre xoşe çînî maçîn
Birot her çîn û perçem çîn le ser çîn
Emende çî ne, qurban, pêm bilê çîn?
Şikafêke kilafey nafî zulfit
Derêjî mîsk û ‘enber lêre ta çîn
Le ser bergî gulêkî baxî husnit
Hezar gulçînî bê berg û newa çîn?
Eto mîhrîyy û mehrûyan sitarin
Le xizmet şewqî to da şewçira çîn?
Hemû zerratî mîhrî rûte baqîn
Xudaman bo beqa ye lêre laçîn
Bilê Nalî be erbabî wefa: Bên
Hemû muhtacî xak û bêl û paçîn
Omer Faruq Baran – Zulfên Zelîxayê
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
êş, ezab, elem, derd û kul dîne
hinekirî ne sor spî
li erdê berrîyê bêrî
pir av anîne ji ser bîrê, pir biriqîne
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
heşt zik zaro xwedî kirine
geh pale bûne bi dergûş
geh li qirşan geh li pûş
xûz bûne tak rihan
li ber beroşan, sîtilên li ser sê keviran
ji ber karan, wehîd tim, bi gazinc car caran
zulfên zemanê berê ne zulfên zelîxayê
çend sal emir kirine ew jî nizane
haho hawar, hatine rûçikandin li şûna mirîyan
bi saxî ketine tirban
kokên wan şil, şil kirine dil
zulfên zelîxayê, mîna mirinên zemanê berê
mîna mirinên zemanê berê, zulfên zelîxayê
Qedrî Can – Gula Sor
Gula sor;
Hilbû jor;
Bîn da dor…
Gula sor…
Gula sor…
Li paş çîyayê Qaf şên bû,
Alem jê re vîn bû
Gula geş…
Bi me xweş…
Da me heş…
Em bi bîna wê sermest;
Em pê şabin serbest…
Nazenîn…
Xemrevîn,
Xemilîn,
Pê zemîn,
Guleke bê kelem e,
Di nav baxê Îrem e
Gula sor,
Em li dor,
Bicivin,
Bîn bikin dor bi dor…
Rênas Jîyan – Kul û Kulîlk
Ger ez ba bûma
min ê porê te bialasta
ger ez baran bûma
min ê xwe li nav çavên te bixista
Îcar jî ji vê kulê nemirim
Ji bilî kulîlkan
careke din hew hez dikim
Xezalên tî avê vedixwin
ji golên çavên te
Çûkên baskokirî
dilûsin li ser milên te
Meşka xwînê ye ev dilê te
Hevîrtirşê êvara ye kilê te
Îcar jî ji vê kulê nemirim
Ji bilî kulîlkan
careke din hew hez dikim
Şikoyê Hesen – Zimanê Kurdî
Bi sêr û sur e,
Cewahir, dur e
Zimanê kurdî…
Bi xemil, rewş e,
Şîrin û xweş e,
Zimanê kurdî…
Bi nexş-awaz e,
Letîf û naz e,
Zimanê kurdî…
Gewgewê çîyan e,
Kubra teyran e
Zimanê kurdî…
Qezel, helbest e,
Şemdana dest e,
Zimanê kurdî…
Beyta Feqî ye,
Sewta Xanî ye
Zimanê kurdî…
Şûrê Barzan e,
Nûra erşan e
Zimanê kurdî…
Mertala me ye,
Dest pêşmêrge ye
Zimanê kurdî…
Yehya Omerî – Xezelek Bo Birîna Li Dûrîyê
Bi wê Qur’anê, bi wê Qur’anê
Ji te pirr hez dikim bi wê Qur’anê.
Tu sûreyeke ku kêm hatîye fêmkirin ji wê Qur’anê
Ji ber wê, haya kesî ji bedewîya te nebûye bi vê Qur’anê.
Ji bo tu kes çavên te çavînî nekin bi wê Qur’anê
Devgirêdana li nêrînên xelkê dixim bi ayetên vê Qur’anê.
Gava ku rûyê te dikeve şevên min bi wê Qur’anê
Radibim navê te radimîsin û li enîya xwe dikim li şûna vê Qur’anê.
Dibêjin ku tu xurrifî yî û derketîyî ji dînê wê Qur’anê
Çibkim dîn û îman tu yî bi vê Qur’anê.

Şîroveyekê binivîse