Saziya Akademyê seredana Şaxa Egitim Sen a Wanê û Kurdîgehê kir

Saziya Akademyê seredana Şaxa Egitim Sen a Wanê û Kurdîgehê kir

Wan (21-23 Gulan 2026) – Heyeta Saziya Akademyê seredana du saziyên Wanê kir. Di 21’ê Gulanê de serdana Şaxa Egitim Sen a Wanê û di 23’ê Gulanê de jî serdana Kurdîgehê hate kirin.

Di van hevdîtinan de, li ser xebatên hevpar ên ji bo 15’ê Gulanê – Cejna Zimanê Kurdî gotûbêjên berfireh hatin kirin. Her wiha girîngiya xebatên ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî, û pêwîstiya hevkariya di navbera saziyên sivîl de hat rojevê.

Heyeta Akademyê ji aliyê Hevserokên Akademyê Abdurrahîm Orhan û Gulseren Kîraz, mamoste û rêveberên din ên saziyê ve hate pêk anîn.

Akademy wek saziyeke ku di warê perwerde û pêşxistina zimanê Kurdî de xebatên berdewam dike, bi vê seredanê careke din tekezî li ser girîngiya hevkariya saziyên sivîl kir.

.

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon