Çiroka Mînmînîkan

Çiroka Mînmînîkan

Afirînende rojek ji xwe re rûniştiye, zarokên ku dileyizîn temaşe dike. Her ku zarok dikenin, stranan dibêjin, dilê Afirînende dişewite, xem dixwe. Xwe bi xwe re dibêje, “Ev zarok roj bê, wê mezin bibin, kal û pîr bibin. Porên wan wê spî bibe, diranên wan wê bikeve, rûyên wan wê biqermiçe. Di milên nêçîrvanên ciwan de wê quwet û hêz nemîne. Keçikên delal dê qelew û kirêt bibin. Û ev kulîlkên rengbireng, ev darên şîn û zindî wê biçilmisin. Dar wê belgên xwe biweşînin, zer bibin, ziwa bibin…”

Afîrînende demeke dirêj fikiriye û xwe bi xwe re gotiye, “Divê ku ev reng bên parastin. Divê ku ez tiştekî wisa biafirînim ku timî ruhê min fireh bike, tev xweşikiyan di nav xwe de biparêze û ev zarok bên kîjan emrî bila bên, dema dêhna xwe bidin wê xweşikbûnê bila dilê wan timî weke vê rojê tijî hêvî bibe, rûyên wan bikene, bêhna wan fireh bibe, kêfxweş û dilşad bibin.”

Tûrikê xwe vedike, kulmek ronî ji tavê hildide dixê. Kulmek hêşînayî ji ezmanan, siya zarokên ku dileyîzin, hinek reşbûna porên keçikan, hinek keskahiya belgên daran û çimenan û li ser erdê çiqas kulîlk hene, rengên wan hildide diavêje nav tûrik. Wê gavê dengê çivîkan tê guhê Afirînende, dengê wan jî hildide diavêje nav tûrik.

Radibe diçe ba zarokan û çawa devê tûrik vedike bi hezaran mînmînîkên rengbireng jê derdikevin, difirin, diçin ser serê zarokan, ser kulîlk û daran. Bi dengên xwe yên şîrîn û xweşik stranan dibejin û direqisin. Zarok ji şabûnê nizanin çi bikin. Li rûyê dinê tiştekî ewqas xweşik cara pêşîn e dibînin.

Çivîk ji dûr ve dengê mînmînîkan dibihîsin û hêrs dibin, çavnebariyê dikin. Tev kom dibin diçin ba Afirînende û dibêjin, “Te çima deng û stranên me dane van tiştên biçûk û xweşik? Jixwe bedewbûna wan têra wan dike. Te ji rengên hemû kulîlkan û rengên keskesorê dane wan, qey ne bes e? Ev têr nake te dengên me jî daye wan? Dilê me şikest. Em tev ji te dixeyidin.”

Afirînende dûr û dirêj fikiriye, dawiya dawîn, ji bo dilê çivîkan nemîne, serî ji wan re tewandiye, deng û stran ji mînmînîkan hildaye.

Ew roj ev roj e, mînmînîk bi xweşikbûna xwe din- yayê û dilên mirovan xweş û geş dikin lê ji ber ku deng û stranên wan hatine standin, pir bê deng in. Dev heye, ziman tune ye.

(Ji pirtûka Leyla Atabay a bi navê Şikefta Çîrokan Dîwana Heywanan)

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon