Pêşbirka Helbestan a Bi Xelat Ji Bo Zarokan: “Nûbihara Biçûkan – Pêşbirka Xwendina Helbestan”
Dîroka Dawî ya Serlêdanê: 5 Gulan 2026
Ji bo zarokên di navbera 7 û 15 salî de, Înstitûya Ehmedê Xanî û Nûbiharê bi hevkariya Akademyê pêşbirka helbestan a bi xelat bi navê “Nûbihara Biçûkan – Pêşbirka Xwendina Helbestan” organîze dikin.
Pêşbirk wê di 9 Gulan 2026 roja Şemiyê saet 13:00 de li WAN TSO (Cihê bûyerê) were lidarxistin.
Xelatên Pêşbirkê:
- Kesê 1. Çarêk (Zêr)
- Kesê 2. Tablet
- Kesê 3. Saeta jîr
- Kesê 4. 2.000,00 TL
- Kesê 5. 1.500,00 TL
- Kesên 6, 7, 8, 9 û 10. Her yek 1.000,00 TL
Di vê pêşbirkê de zarok dê helbestên xwe bi dengê xwe bixwînin. Armanca bingehîn ew e ku zarokên Kurd bi zimanê dayikê (Kurmancî) eleqeya xwe bi helbest û edebiyatê re mezin bikin, jêhatîbûna xwendina dengdar pêş bixin û bi awayekî afirîner beşdarî çalakiyên kulturî bibin.
Ji bo beşdariyê, zarokên di nav 7-15 salî de dikarin serlêdanê bikin. Di pêşbirkê de 10 xelatên cuda wê werin belavkirin û her zarokek beşdar dê sertîfîka werbigire.
Ji bo agahiyên zêdetir û serlêdanê:
- E-name: instituya.exani@gmail.com
- Telefon: 0554 894 4947


Şîroveyekê binivîse