Kursa me ya asta yekemîn a ji bo mezinan duh xilas bû. Piştî dubare kirina mijarên kursê li gel beşdarvanan nirxandina kursê hat kirin. Her wiha ji bo asta duyemîn fikr û ramanên wan hat pirsîn. Piştî perwerdeyê xwendekar dê tev li ezmûnek fermî bibin û heke serkeftî bin dê sertîfîka jî wergirin.
Kategori: XEBATÊN ME
Dengbêj Taha bû Mêhvanê me
Dengbêjê hêja û ciwan birêz Taha Bozdemir bû mêhvanê Akademyê. Dengbêj Taha li gel xwendakarên kursa me ya mezinan beşdarî dersê bû paşî hem di dersê de hem jî civatek cuda de kilam gotin. Ji bilîkilamên dengbêjkî stranên dîlankî jî li gel xwendekaran gotin. . . .
Em Li Fuara Pirtûkan a Wanê bi Nivîskar (û Endamê Akademyê) Birêz Şehvan Karakoyun ra ne
Li bajarê Wanê bi beşdarbûna nivîskar û helbestwanên Wanê Fuara Pirtûkan a Cihî hat organîze kirin. Fuar di navbera 11 û 14 ê Kanûna Paşîn (Rêbendan) li benda mêvanên xwe ye. Endam û dildarên Akademyê li sazîye berhevbûn û bi hev ra çûn fuarê û seredanê nivîskar (û endamê Akademyê) Birêz Şehvan Karakoyun jî kir....
Heyeta Şaxa KESKê ya Wanê Serdana Akademyê Kir
06.01.2024ê roja Şemîye, heyetek ji Şaxa KESKê ya Wanê serdana Akademyê kir. Heyet ji alîyê Reveberîya Akademyê ve hat pêşwazî kirin. Li ser xebatên Akademyê û KESKê gotûbêj hat kirin. Rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî, xebatên li bajarê Wanê yên heyî hatin îstîşare kirin. Rêveberîya Akademyê behsa xebatên xwe yên li ser Kurdî û Îngilîzî...
Çalakiya Civata Axaftinê
Sibê (05.01.2024) li Akademyê li ser babeta ‘Çawa di nav civakê da bi xwe bawer biaxivî?’ çalakiyek civata axaftinê tê li dar xistin. Mijar: Çawa di nav civakê da bi xwe bawer biaxivî? Dem: 06.01.2024 Şemî Saet: 14:00 Cih: Akademy
Bi Stran, Lîstik û Çîrokan Kursa Kurdî ya Xwendekarên Lîseyê Didome
Kursa Kurdî ya Xwendekarên Lîseyê li avahiya Akademyê bi coş û heyecana ciwanan didome. Mamoste dersa kursê bi textê aqil dide, heman demê bi lîstikan, stranan û çîrokan naveroka dersê tê dewlemendtir kirin. . .
Kursa Îngilîzî ya Xwendekarên Dibistana Navîn Didome
Kursa Îngilîzî ya ku ji bo koma dibistana navîn hatî vekirin bi rêveberiya mamoste Gulseren Kîraz didome. Kurs bi perwerdehîya hîbrît, bi jêderken (pirtûkên) ku xwedî bingehek pêşketî ya teknolojîkin tê dayîn. Di navbera dersan de zarok bi lîstikên zekayê wextê xwe derbas dikin. Armanca kursê ew e ku piştî qedandina kursê xwendakar bikaribin bi...
Çend Dîmen ji Kursa Kurmancî Ya Asta Yekemîn
Li Akademyê kursa Kurmancî ya asta yekemîn didome. Xwenkedar bi naveroka dersê, çalakî û lîstikên perwerdeyê dersên kursê temam dikin. Di navbera dersan de suhbet û lîstina kişikê dema xwe derbas dikin. .
Serlêdan Ji Bo Kursa Îngilîzî ya Xwendekarên Dibistana Navîn Dest Pê Kir
Li Akademyê serlêdanên kursa Îngilîzî ya ji bo xwendekarên dibistana navîn dest pê kir. Kurs bi perwerdehiya hîbrît were dayîn. Kurs dê rojên Şemîyê li Akademyê navbera saatên 13:00 û 16:10 an rû bi rû, êvara Çarşemê saet 19:30 – 21:00 an online pêk were. Kurs ji du astan (A1 û A2) pêk tê, her astek...
Gotara Serokê Akademyê Li Gel Ajans65ê
Serokê Akademyê Abdurrahim ORHAN, li gel kanala Ajans65ê hevpeyvînek kir. Li ser xebatên Akademyê, derheqê hînbûna Îngilîzî û Kurdî da û kursên heyî yên saziyê daxuyanî hat dayîn. Hûn dikarin gotarê li jêr temaşe bikin:










