Li Koma Me Ya Wanê Kursa Zimanê Kurdî (Soranî) Dest Pê Kir
Akademya me ya li bajarê Wanê, ku her tim ji bo parastin, pêşxistin û naskirina ziman û hunera kurdî xebatan dimeşîne, vê carê jî gaveke nû û girîng avêt. Di vê çarçoveyê de, li Akademyê kurseke taybet ji bo fêrbûna zaravayê Soranî hate vekirin.
Armanca vê kursê ew e ku têkiliya di navbera kurdan de xurttir bibe û hemû zaravayên zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê werin naskirin. Ev xebata Akademyê bal kişand ser kanala nûçeyan a Rûdawê û raporeke taybet li ser hate amadekirin.
Hûn dikarin vîdeoya raporê di lînkê de temaşe bikin:


Şîroveyekê binivîse