28ê Gulanê 2024an li Akademyê li gel Nivîskar û Mamoste Birêz Bedredîn Wanî gotûbêjek hat li dar xistin. Mijara gotûbêjê xebatên li ser zimanê Kurdî û pirtûkên Mamoste bûn. Bername bi moderatorîya Serokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan hat pêk anîn. Hem li ser Kurdî hem jî li ser her sê pirtûkên mamoste xeberdan û bersiv...
Kategori: XEBATÊN ME
Pîrozbahîya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û Sertîfîka Dayîna Kursîyerên 2024ê
Ji alîyê Akademyê ve ji bo 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Otêla Urartuyê pîrozbahîyek hat tertîp kirin. Bername bi pêşkêşvanîya Nurşen Orhan û İbrahim Korkmaz pêk hat, pêşîyê mamoste û nivîskar Birêz Şehvan Karakoyun li ser girîngîya roje axaftinek kir. Mamoste Karakoyun behsa jîyana têr û tijî ya Celadet Ali Bedirxan û xebatên wî...
Li Ser Dîrok, Wêje û Zanyarîyê Xebatên Kursîyeran Didome
Kursîyeran asta duyem ên Kurmancî yên Akademyê her hefte li ser qadekê xebatan dimeşînin. Xwendekar wek koman li ser dîrok, wêje û zanyarîyê lêkolînan dikin û xebatên xwe pêşkêş dikin. Kursîyer ji xwe alîyekî perwerdeya ziman dibînin, bi van xebatên lêkolînê ve hem di van qadan de bi xwe lêkolînan dikin û hem jî alîyê...
Bi Coş û Heyecan Kursa Asta Yekem ya Meha Nîsanê Dest Pê Kir
Kursa Kurmancî ya asta yekem a ji bo mezinan dest pê kir. Di nav xwendekarên zanîngehê, kesên karmend û hwd eleqeyek zêde heye bo kursên Kurmancî. Kurs her êvara Sêşemê tê dayîn û sê meha didome. Kurs li navenda Akademyê rû bi rû tê dayîn. Bi saya kursa asta yekem kursîyer hêdî dê bikaribin xwe...
Kursa Kurmanci ya asta yekem a ji bo mezinan 16 Nîsanê dest pê dike
Li Akademyê kursa Kurmancî ya asta yekem a ji bo mezinan dest pê dike. Serlêdan bi lînka jêr ve tên kirin, kurs 16ê Nîsan 2024an roja sêçemê dest pê dike. LÎNKA SERLÊDANA KURSÊ
Em li gel koma ciwanan li şanoya (stand up) Erdal Kaya bûn
Şanoger Erdal Kaya 9 û 10 ê Adarê li Wanê stand upa xwe ya bi navê Vik û Vala pêşkêş dike. Lîstik li Şanowanê li benda temaşavanên xwe ye. Koma civanên Akademyê jî piştî kursa Kurdî bi hev ra çûne şanoyê û lîstik temaşe kirin. . .
Kursa Îngilîzî Eleqeyek Zêde Dibîne
Kursa Îngilîzî ya bo xwendekarên dibistana navîn didome. Li gel Mamoste Gulseren Kiraz kurs bi perwerdeya hîbrît tê meşandin. Xwendekar bi kêf tev li kursê dibin, hin malbatên nû jî dikarin zarokên xwe rêkene kursê lê kontenjanên kursê temam bûyîne.
Kursa Kurdî ya Asya Duyem Dest Pê Kir
Li Akademyê kursa Kurdî (Kurmancî) ya asta duyem dest pê kir. Li gel hinde beşdarvanên kursa asta yekem hinde kursîyerên nû jî tev li perwerdeyê dibin. Kurs dê nêzîkî sê meha bidome. Li gel peşvebirina Kurmancî her wiha li ser wêje û dîroka Kurdan xebat kirin jî armancên vê kursê ne.
Pîrozbahîya 21ê Sibatê Li Akademyê Bi Coş û Heyecan Hat Tertîp Kirin
Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî li Wanê, li avahîya Akademyê pîrozbahî hat li dar xistin. Şevbêrka bi çîrok, helbest, kilam û stranan hatî pêşkêş kirin dawîyê bi govendê hat temam kirin. Eleqeyek mezin ya beşdarvanan hebû ji bo bernameyê, Pêşîye serokê Akademyê Abdurrahim Orhan li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî xeber da...
JI AKADEMYÊ KURSÊN KURDÎ JI BO ASTA YEKEMÎN Û DUYEMÎN
Serlêdanên kursên Kurdî (Kurmancî) ji bo asta yekemîn û duyemîn ya mezinan dest pê kir. Kursên ku hefteyê rojekê li Akademyê bê dayîn dê sê meha bikişe. Ji bo serlêdanan beşdarvan dikarin bi rîya lînkên li jêr form tijî bikin. FORMA ASTA YEKEMÎN FORMA ASTA DUYEMÎN










