Ji alîyê Akademyê ve ji bo 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Otêla Urartuyê pîrozbahîyek hat tertîp kirin. Bername bi pêşkêşvanîya Nurşen Orhan û İbrahim Korkmaz pêk hat, pêşîyê mamoste û nivîskar Birêz Şehvan Karakoyun li ser girîngîya roje axaftinek kir. Mamoste Karakoyun behsa jîyana têr û tijî ya Celadet Ali Bedirxan û xebatên wî...
Pîrozbahîya 21ê Sibatê Li Akademyê Bi Coş û Heyecan Hat Tertîp Kirin
Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî li Wanê, li avahîya Akademyê pîrozbahî hat li dar xistin. Şevbêrka bi çîrok, helbest, kilam û stranan hatî pêşkêş kirin dawîyê bi govendê hat temam kirin. Eleqeyek mezin ya beşdarvanan hebû ji bo bernameyê, Pêşîye serokê Akademyê Abdurrahim Orhan li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî xeber da...
Li Akademyê Şevbêrka 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Tê Organîze Kirin
Bi munasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî şevbêrkek tê organîze kirin. Bi beşdarbûna Dengbêj Taha, bi kilam, çîrok û stranan pîrozbahiyê bê kirin. Pîrozbahî dê roja Çarşemê (21ê Sibatê) saet 19:00an li avahiya Akademyê be. .
Dengbêj Taha bû Mêhvanê me
Dengbêjê hêja û ciwan birêz Taha Bozdemir bû mêhvanê Akademyê. Dengbêj Taha li gel xwendakarên kursa me ya mezinan beşdarî dersê bû paşî hem di dersê de hem jî civatek cuda de kilam gotin. Ji bilîkilamên dengbêjkî stranên dîlankî jî li gel xwendekaran gotin. . . .
ŞAXÊD KILAMÊD EVDALÊ ZEYNIKÊ – 1
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şêstî me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşa pêşin a “Şaxêd kilamêd Evdalê Zeynikê” raberî we bikin.





