Saziya Akademyê li Wanê bi ser navê Ziman û Neteweyê panelek li dar xist. Bi munasebata Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ev panel li VAN TSOyê pêk hat. Panel bi pêşkeşvaniya Macît Orhan hat tertîpkirin, di destpêka panelê de Hevserokên Akademyê Gulseren Kîraz û Abdurrahîm Orhan xêrhatina gel kirin û li ser giringiya rojê axifitin....
Kategori: Akademy
Bangewaziya Panelê
Saziya Akademyê ji bo Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê panelekê li dar dixe. Panel Çardeyê Sibatê saet 14:00 li Wan TSO pêk were. Moderatoriya panelê ji aliye Rûzerîn Sumer ve tê kirin, beşdarvanên Panelê
Şeva Yelda bi Coş û Heyecan Hat Pîrozkirin
Li Akademyê şeva herî dirêj a salê bi beşdariyek mezin hat pîrozkirin. Kevneşopiya deh hezar salî ya kurdan bi stran, helbest, çîrok û mamikan hat derbaskirin. Vê şeva ji aliyê Akademyê ve hatî organîzekirin Hunermend Ferec bi gîtara xwe performansek heavy metal li dar xist. Her wuha Hunermend Sîrac li gel Sembûrvan Serkan stranên xwe...
Kursa Îngilîzî li gel Mamoste Ferîmah
Li Akademyê ji bo asta A1 kursa îngilîzî dest pê kir. Kurs li gel Mamoste Ferîmah rojên şemiyê tê dayîn, ji bo dersê pirtxûka Campus tê bikarnîn. Di kursê de bi taybetî li ser şiyana axaftinê tê sekinîn da ku kursiyer piştî qedandina kursê bikaribin xwe îngilîzî îfade bikin. . . ....
Li Akademyê Kursa Kurdî ya Asta Sêyem Dest Pê Kir
Li Akademyê îro (11.10.2025) ji bo dildarên zimanê kurdî, kursa kurdî ya asta sêyem dest pê kir. Mamosteyê kursê birêz Muzaffer Duman’ê. Kurs bi pirtûka Hînker3 û hin jêderkên din ve tê dayîn. Piştî kursê xwendekar hem digehin kurahiyên ziman hem jî li ser wêje û dîroka kurdî zêdetir agahiyan dest dixin.
Asta Duyem Bi Mamoste Songul Xanimê re Dest Pê Kir
Li Akademyê kursa nû ya asta duyem dest pê kir. Mamosteyê kursê birêz Songul Atabay e, xwendekarên ku asta yekem qedandî û hinde xwendekarên nû beşdarî kursê dibin. Xwendekarên ku serdema borî kursa arta yekem xilas kirî sertîfîkayên xwe wergirtin. Her wuha ji bo keda wê ya dildarî Mamoste ra plaket hat dayîn. Li kursê...
Bi Eleqeyek Zêde Kursa Kurdî ya Asta Yekem Didome
Li Akademyê Kursa Kurdî ya asta yekem ku 30ê Îlone 2025an dest pê kiribû didome. Kurs eleqeyek zêde dibîne û taybetî jî ji aliyê ciwanên ve. Mamosteyê kursê Muzaffer Duman e, ku bi salane wek Mamosteyê Kurdî li kolejan, kursan û bi taybetî dersan dide. Mamoste di qada xwe de perwerdeya Mamsterê jî qedandiye. ....
Ji Akademyê bo Zarok û Mezinan 8 Kursên Kurdî û Îngilîzî
Akademy bi şanazî û serfirazî radigihîne ku kursên kurdî û ingilîzî ji bo mezinan u zarokan dest pê dike. Akademy girîngîyê dide pirrengî û pirdengîya mirovan û xebatên xwe jî li ser vê dimeşîne. Em wek Akademy kursên jêrîn vedikin: Kursên ji bo Mezinan Zimanê Îngilîzî: Astên A1, A2, û B1 hatine çêkirin da ku...
Kursa Havînê ya Kurdî Berdewam Dike
Li Akademyê kursa kurdî ya asta yekem ku ji bo serdema havînê (2025) hatibû vekirin bi eleqeyek zêde ya xwendekaran didome. Kurs ji aliyê Mamoste Birêz Songul Atabay ve tê dayîn. Kurs her rojên Pêncşemê, li Akademyê rû bi rû tê dayîn. Piştî kursê xwendekar dikevin ezmûne û heke serkeftî bibin sertîfîkayên xwe werdigirin. ....
Çalakiya Xwendina Pirtûkên Mehmet Uzun û Civata Axaftinê
Li Akademyê xebatek nû dest pê dike. Koma xwendina pirtûkên Mehmet Uzun, hefteyê carekê dicive û li ser beşên pirtûkên Uzun yên ku berê hatine diyar kirin munazarayê dikin. Xebat her Pêncşemê saet 20:00’an tê li dar xistin û armanca dike romanên Mehmet Uzun hemûyan bixwînin û li ser nîqaş bikin.










