Firat Aydinkaya: Tundî, ji bo Doza Kurd Bûye Barek

Firat Aydinkaya: Tundî, ji bo Doza Kurd Bûye Barek

Me li gel Firat Aydinkaya li ser mijarên sereke yên di metna bangawaziyê de ku 27ê Sibatê ji aliye Abdullah Ocalan ve hatî kirin, danîna çekan û meseleya fesxê, retorîka tundiyê, rewşên nû yên di pirsgirêka kurd de derketî, hewildanên siyaseta kurd, geşedanên têne zanîn ên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û bendewariyên ku demek nêzîk dê biqewimin xeber da.  

Firat Aydinkaya kî ye?

Ji Warto’ya Mûş’ê hatiye dinyaye. Fakulteya Dadê ya Zanîngeha Stenbolê qedand. Hêj kovara Lêkolînên Kurd (www.kurdarastirmalari.com) koordîne dike, ji bo malpera nupel.tv nivîsan dinivîse. (https://www.nupel.tv/author/firat-aydinkaya) Her wiha ji bo malpera Botantimes’ê bi kurdî periyodîk nivîsên rexneyên wêjeyê dinivîse. Bi navê; Bingehên Faşîzma Nû, Korîdora Mirinê û Xencera Bediuzzeman sê pirtûkên wî yên weşandî hene.

27ê Sibatê Heyeta Îmraliyê metneke Abdullah Ocalan nivîsî ya ku banga xwe fesx kirine li PKK’yê dike parve kir. Di serî de hûn bi giştî vê metne çawa dinirxînin?

Berî her tiştî divê em bibînin ku ev metne, ne metnek yekalî ye. Em vê ji bîr nekin, her çiqas ev metne ji aliyê Ocalan ve hatibe îmze kirin jî ne dokumanek e ku aliyekê bi azadî û li gor dile xwe fikren xwe lê nivisiye. Bi rastî jî dema li tişta xuyanî raya giştî bûyî bê nêrîn; metneke ku bi mudaxaleyên dawî yên aliyên di vê pêvajoyê de rol hilgirtî hatiye hevparkirin  heye li hemberî me. Heta, divê em bibînin nivîsîna vê metna em dixwînin de; dibe ku li ser peyvekê muzakereyên aliyan ên bi saetan hatibine kirin. Ji ber hinde em bizanin ev metnek konsensûsê ye (lihevkirinê ye) û bi wî awayî dekonstrukasyon bikin dê baştir be. 

Wê deme konsensûsek çawa ?

Wiha: Ez bi misadeya we ji aliyê wateya li metne tê barkirin hinek cuda difikirim. Ev metne ne metna çareserkirina pirsgirêka kurd-Kurdistanê ye; ez vê metnê wek metna tasfiye kirina PKK’yê ku wek encamek pirsgirêka kurd-Kurdistanê derketiye holê û tasfiyeya rêxistina ji bo doza xwe tundiya polîtîk bi kar tîne dibînim.

Destûr bidin ez tiştek din jî bînim bîrê. Dema dadnas qanûnekê tefsir dikin hinek caran pêwîsteka (gerekî) wê ji qanûnê bi xwe jî giringtir dibinin. Li gorî min wateya pêwîsteka nediyar a vê metnê jî herî kêm qasî wê giring e. Pêwîstek hin caran derveyî metnêye û rastî jî carna ya ku metne dike metin ew dervehiya wê ye. 

Baş e li derveyî metnê çi heye?

Bayê bobelatê, bêhna qirê heye. Ji bo vê dibe ku hewce bike ku em serî li Girard bidin. Di berhama xwe ya bi navê “Xezala Kulman” -bi tirkî “Gunah Keçisi”- de dirêj dirêj behsa bobelatê, metnên ku elametên bobelatê ne dike û tîne ziman ka, qurban di kîjan pêvajoyên semantik de derbas kirinê ve dikin mîtek e qirê. Wekî wî bi awayek wecîz nîşanî me dayî hinek metin, metnên qirê ne, ew ne azadiyê, ewlehiyê soz didin. Dema em bi çavê Ocalan lêdinêrin ji 1993ê heta niha di gelek mijaran de veguhêrin derbas kirî heye, bêguman şopên van jî heye lê bele peywenda dervey metnê ya aktuel û nêzîk girêdayî ewrên bobelatê ne yên ku berhev bûyîne. 

Heke em bi gelek kurtasî bibêjin ji aliyekî ve ev metne, metnek pêşîgirtinêye.

Ev metna bihûrandina komkujiyên nû yên Hanîbal e; ku di nav baxçeyê kurdên Bakur de digere. Em daxuyaniyên “pênceh Xazze” yên bo raya giştî bînin bîra xwe, rewşa rêxistinên Filîstînî ya perişan bi bîr bînin.  

Ez wusa dibinim, li hemberî felaketek ku dengê hatina wê ji nez ve tê bîhistin, ev metne lambeya hişyariyê ye. Wekî her lambeyeke hişyariyê fragmanter, mîna her tûtikekê bi kurtahî, wekî denge her sîrenekê fîtker.

Li aliyê din rayedarên dewletên (yên bijarte) ku pêvajoyê bi rê ve dibin jî xwedî “sedem”in. Bi çarçoveya giregirên dewletê yên pêvajoyê bi rê ve dibin, giranahiya ku di ruhê metne de xwe nîşan dide; statuyên muhtemel yên Rojava û tescil kirina vegera nû ya esehî ya ji bo Rojhilata Navîn e. Hişê Dewletê yê pêvajoyê dîzayn dike li ser Rojava du tiştan difikire: an divê Kartaca (Rojava) were herifandin, an bibe berdewamiyek Tirkiyê. “Sedemek” din jî ew e ku lokalize kirina pirsgireka Kurd ku van deh salên dawî bûye meseleyek navnetewî, hetake hinek caran pirsgirêka Filîstînê li pey xwe dihêle. Bi vî awayî tesewir dike ku ev pirsgirêka navnetewî bike “Pirsgirêka Kurd a Tirkiyê”. Ji nû ve “Pirsgirêka kurd a ku hêdî bûye milkê Tirkiyê”, bi ser de dest xistina hegemonyaya li Rojhilata Navîn a li hember Îsraîl û Îranê.   

Li gel van hemûyan ez bi ser navê xwe vê metnê; wek “banga têkoşînê ya bê tundî”, rûpela ewil a destpêka ruhê dewrek nû dibînim, alîgirê şîroveyek wiha me.

“Di metna bangawaziyê de, piştî nirxandina siyasî û civakî ya serdema damezrandina PKK’ê, bang tê kirin ku ji ber guhêrîna şert û mercan divê xwe fesx bike, tê gotin ku PKK di nav bêwatebûnê de ye û ketiye nav xwe zêde dubare kirinê; ji ber vê yekê emrê xwe, şibe wekhevên xwe temam kiriye û xwe fesx kirin lê ferz bûye. Bi ditîna we di vê metnê de qesta (miraza), di nav bêwatebûnê de bûyîn û  xwe zêde dubare kirinê çi ye? 

Em dikarin van daxuyaniyan wek dawiya dewrekê binirxînin. Hindî ku ez dizanim sedsala dawî ya Osmaniyan jî tê de, di vê erdnigariyê de, çi serokên serhildanek netewî, bi xwe serhildana çekdarî ya ku pêşengiya wê kiriye nedaye dawîkirin. Bi vî awayî eşkere ye ku ev di dîrokê de tiştek nû ye (ewil e) ji bo me.

Ya duduyan, ev di dîroka kurdan de jî tiştek ewil e. Ji serhildana Mîrê Kor heta niha hema bêje hemû serhildanên kurd bi polîtîkayên zede tundî yên dewletê ve hatin tepisandin. Di dîroka me de cara ewil serokekî serhildanekê riya fesx kirina rexistina xwe ya çekdarî hilbijart. Lê belê ev ê baldar bibin, fesxkirina rêxistinê heye, ne dînamîkên têkoşînê. Dibe ku wekî paradoks bê xuyan lê belê Ocalan bi riya fesxkirina rêxistina xwe, belkî hebûna xwe mimkun dike. Wê roja hanê Mesut Yegen ev mijare bi awayek wecîz anî ziman: ji “şerê ji bo hebûnê” ber bi dewra “aştiya hebûnê” ve çûyîn.

Li gel vê hinek hevalên me vê metne wek encamek mecbûrî ya binketinê (mexlûbiyetê) dinirxînin.

Lê ez wusa nafikirim.

Mesele ne wek binketin, wek xwenûkirinê tê xuyan, her çiqas nexşerêya vê xwenûkirinê binîqaş be jî.

Em vê ji bîr nekin, diyalektîkek taybetmend a dîroka bindestan heye. Em bînin bîra xwe Marx, sala 1852an, metna hema piştî derbeya Napolyonê III. Nivîsî, bala me dikişine ser ferqa giring a di navbera şoreşa burjuva û şoreşa proleteryayê. Wî gotibû; şoreşên burjuva bi bazdan ji serkeftinê ber bi serkeftinek din dimeşin, şoreşên sosyalist her dem navber didin, a ku hatî çareserkirin vedigerin û ji nû ve dest pê dikin û filan bêvan.   

Em li ser vê tespîta Marx, bi girêdana pirsa we ve dikarin li ser “zêde dubare kirinê” û “bêwatebûnê” wiha bibêjin bi dîtina min: Ev demek dirêj e têkoşîna kurd a li Bakur, eşkereye ku bi giranahî bêwatebûye.  

Wextê em behsa bêwatebûnê dikin, divê em belegata “tundiyê” çawa bibînin?

Çi wateya bikarnîna tundiyê ji bo demokrasiye, ji bo daxwazên demokratik, tune ye.

Heta ke ev tundiya heyî bû sedema çerxa bêsûd, ji hêlekê ve bû astengek li ber nizama demokratik a tê xwestin, bû afirînerê ji nû ve mîlîtarîzekirina civaka serdest û nizama nedemokratîk û bu dergehê meşrûtiyeta wê. Li aliyê din metnên serdema ewil yên partiye, di biryarên kongreyan de û heta pirtûka Murat Karayilan bi xwe nivîsî de, tundî wek hêmanek propagandayê tê behs kirin. Bêşik ev tiştekî nas bû: Em ji bîr nekin Lenîn propaganda û ajîtasyon wek peywirên sereke û mayînde yên şoreşgeran bi nav kiribû. Lê îro telefonek biaqil dikare di nav yek saetê de qasî propagandaya yekineyek çekdarî ya yek mehê bike.  

Pirsa dê li vê derê bê kirin ev e; gelo bêwatebûn tene bi amrazan ve sînordar e? Ez bêjim na, hejku komek têgehan jî heye yên ku wateya xwe winda kirine. Li gor vê mantaliteyê eşkereye ku qet nebe serxwebûn, federalizm êdî bêwatebûne. Heta ji bêwatebûnê wêdetir ev têgehên he wek envanterên têkoşîna azadiyê yên kevnare tên hesibandin û hatine arşîv kirin. Gelo rastî jî paradîgmaya azadiya netewî êdî bû dîrok? Çima ev paradigmaye wek amûrek muzeyê ya ku rojanekirina wê nemumkin tê dîtin.    

Li ser “zêde dubare kirinê” sekinin, xwedî giringiyek e mustakîl e. Min roja hanê dema ku ji bo vekolînek edebî li Thomas Bernhard dinihêrî bala min kişand, pênaseyek xinzîr dabû ji bo mekanîzmaya “dubare”yê. Di muzîkê neqerat çibe ji bo edebiyatê jî “dubare” ew e. Pîvanên estetîk ên edebiyatê heta radeyekê ji ekonomiya “dubare”yê re destûr dide lê belê siyasetmanê “dubare” tê wateya patînajê û dawiya dawî teqandina lastîkan e.

Ez li gorî dîroka nêz a siyaseta kurd dibêjim; Tiştên ku hem di warê zimanî û hem jî di warê sazûmanî de hatine hilberandin, wusa xuya dikin ku ji makîneyek fotokopiyê hatine zêdekirin.

Di ser de jî ev makîneya fotokopiyê bi pîvanek giring hişmendiyek Stalînîst diafirîne(diafirand).

Heke ji dubareyê mebest kodên tevgerên Stalînîst û avabûna rexistinî bin, teqez nirxandinek gelek bi îsabet e. Bi kurtasî, berevajî têgeh kirina (têgeh saziya) Marx, Ocalan dibêje “li tiştên ku hatine çareserkirin venegerin” û peyama “du caran di heman çemî de xwe neşon” dide.

Gelo bandorên tundiyê yên li ser siyasetê, encamên wê yên erenî û nerenî yên ku îhtîmal e rewşa normalîzebûnê de derkevine holê çi ne?

Mijara bidawîkirina tundiyê mijareke pir giring e. Heta ke em dikarin bibêjin ku ger dilê metnekê hebe dilê vê tam li vê derê lêdixe.

Ji ber ku em dizanin ji van malikên Ehmedê Xanî (m. 1709) heta niha stûnê esas yê siyasetê tundî ye. “Herçî bire şîri destê himmet / Zebt kir ji xwe ra bi mêrî dewlet” (Kesên ku şûr bi xîret girte destê xwe/ wan bi mêranî dewlet zeft kir bo xwe) Ev helwesta hostayê mezin a Xanî bila di cihê xwe bisekine, Ocalan beyî nîqaş û guman; têgehiştina wek qanûnekê ya ku tundî; ruh û bingeha polîtîkayê didît, dînamît kir. Bi dîtina min, wî baş jî kir, heta ew dereng jî ma.

Ji ber ku, îhtîmala herî baş, ji sala 2013an vir ve, tundîtî bi awayek eşkere ji bo doza Kurd a li Bakur bûye barekî nepêwîst.

Rabûna vî barî ji aliyê stratejîk ve bi îsabet bû. Pirsa ku niha dê bê kirin ev e: Gelo doza Kurd a li Bakur dê bikare bêtundî li ser piyan bimîne?

Em ji vê yekê piştrast bibin: Tiştê ku Kurd bi hêz dikir ne tundî bû, doza wan a mafdar û mezlumiyeta dîrokî bû. Ji ber vê yekê fesx kirina tundiyê, rawestandina prensîba mîtolojîk a ku şîdet bingeha siyasetê didît, ji bo rewşa têkoşîna Bakur tê de ye gelekî giring e.


Di laşê mirovên mirî de azadî û wekhevî nayê xwestin. Bi taybetî jî xwîna bindestan ji bo demokratîkkirina pergala serdest nayê rijandin. Piştî demekê ev jî xweşidet e (self şidet).


Fesx kirina şideta siyasî dê ji bo bindestan jî rehetiyê bîne. Ji ber ku me têra xwe ceriband, şidet baş nake, şidet derman nade, şidet azad nake. Bi rastî jî tundiya efsanewî ya Kurdan a li Bakur bi kêmanî deh sal bû zirar dida armancên adil, ne karî bibe sazker û ne jî karî bibe parêzer. Delîl Karakoçan wê rojê nivîsîbû li vir “Pirsgirêk ne xitimîna şidetê ye, kêşeya wê ew e ku hukmê xwe winda kiriye.”

Lê em dikarin pêşbînî jî bikin ku ji bo civaka kurd ev bang, dê lingên forma milîtarîst a pêkhateya me ya civakî ya ku ev pêncî sal in bûye leblebiyek hesinî, sist bike. Her wiha diyar e ku dê ji bo firsendeke ji nû ve hizirkirina sivîl a ku ev nêzî nîv sedsal e li bendê ye cih biafirîne û ya herî giring jî dê rê li ber bêleşkerîkirina kurdayetiyê veke.

Dibe ku em gihîştibine dawiya teolojiya kurdayetiyê ya di kodên mîlîtarîst de. Ev tiştekî pir baş e.

Helbet aliyekî dîrokî jî heye. Di dîroka Kurdistanê de ji serdema serhildana Mîrê Kor heta serhildana Dêrsimê serdemek bû ku tundîtî rola pêşeng lîstiye û her du destan serhildêran de şûr hebûye. Ji salên 1960î heta îro, ew serdemek bû ku serhildanên kurd bi “piştgiriya xencer, piştgirya qelem” wek ku helbestvanê mezin Cegerxwîn gotiye, şer kirin û xençerê tim û tim xwîn ji pênûsê dirijand. Wusa dixuye ku -heke di dawiyê de pirsgirêkek derneyê- dê her du dest êdî pênûsê bigirin. Bê şik ev rewş xwedî giringiyeke dîrokî ye û divê em axayê xwe yê mezin Xanî li vir bi bîr bînin. Weke ku wî carekê gotibû, “qedrê qelema me bête zanîn”, em hêvî bikin ku qîmeta qelema me di serdema nû de were zanîn.

Xani’yê Îspanyolan Servantes, di romana xwe ya bi navê Don Kîşot de qelem wekî zimanê eqil (hiş) bi nav kiriye.

Demeke dirêj e zimanê mejiyê me şûr bû. Ji niha û pê ve zimanê me jî dikare bibe pênûs; divê bibe jî.

Lê dîsa jî, em hemî di vê uniteyê de xala herî giring derbas dikin. Têkiliyên kapîtalîzm û hilberînê di nav xitimanekê de ne, hemû saziyên pergala navneteweyî ser û bin bûne, siyaseta cîhanê careke din ber bi nîzameke leşkerî ve diçe, bingehên NATO’yê dihejin, careke din li Parîs û Berlînê dengê postala leşkerê uris tê bihîstin. Pirs ev e: Di vê rewşa ku cîhan dîsa bi lez û bez ber bi şerekî mezin ve diçe de; kî dê ewlekariya ontolojîk a Kurdan misoger bike? Ev pêvajoya aştiyê dê vê mîsoger bike? Bersiva min a zelal ji bo vê yekê; erê divê were garantî kirin, ji ber ku raveyek din jê re tune ye.

Di metna bangê de tê gotin ku daxwazên statuyê û çareseriyên çandî “nikare bibe bersiv ji sosyolojiya civakî ya dîrokî re”. Hûn van tesbîtan çawa dinirxînin?

Ev mijareke giring e û eşkere ye ku li ser me hinekan bandorek “doktrîna şokê” çêkiriye. Bi dîtina min ne hewce ye ku hevdû bixapînin, redkirina mijarên wek federalî, otonomî û kulturî di çarçoveya naveroka dîrokî ya kurdîtiyê de nîşaneya qeyrana kurdîtiyê ye. Ev şikestinek e ku divê bê rave kirin (îzah kirin).

Gelo bi bîr anîna çîroka pêxemberekî îsraîlî dikare ramanekê bide me? Îşaya Pêxember jî xwest ku sînorên şûrê -wekî amûrek bindestan- bikişîne: Û carekê ji şagirtên xwe re got: “Çekên xwe li ser hewcarên xwe bişkînin.” Weke ku em ji vê çîrokê jî dibînin, şikandina çekan bêguman giring e; lê belê di çarçoveya mijara me de; ev çek li ser çi hatine şikandin jî cuda giring e.

Eşkere ye ku li ser sekinîna hewcerê; nîzama siyasî ya ku têkiliyên hilberînê ve tê şekildayîn sembolîze dike. Di vê çerçoveyê de dema ku em li metnê vegerin, dibe ku hewce bike em nîqaş bikin ka Ocalan dibêje li ser çi çekên xwe berdin. Gelo dê çek, li ser serxwebûn, federasyon, otonomî û heta kulturparêziyê werin danîn? Yan li ser nîzama siyasî ya civaka demokratîk? Ji bo ku em bersiva vê pirsê bizanibin bêguman em hewceyî bêtir agahiya ne. Heger li vir tê xwestin ku kurd daxwazên xwe yên netewî ne bi riyên çekdarî, bi rêbazên demokratîk û amrazên pasîfîst derxînin pêş; bêguman ev yek di çarçoveya nûkirina amûran de veguhertineke watedar e. Lê eger ji vê miraza wan, şikandina daxwazên netewî û mafên kolektîf ên kurdan be û armanc ew be ku hemû dînamîkên têkoşînê, veguhêrine dengen konvansiyonel li sindoqê ya ji bo komarek baştir û eger ew doza kurdayetiyê bidin aliyekî û utopyaya xwe ya wekhevî û azadiyê ji bo pêşxistina sedsala duyemîn a komarê terxan bikin, wê demê qebûlkirina stratejiyeke wiha ji aliyê kurdan ve -wekî ku tê hizirkirin- ew qas hêsan nabe.

Dê em doza Kurdan danin aliyekî, em ji bo pêdiviyên demokrasiya rasterast û heta ya piranîpazrêz, demokrasiya lîberal bipirsin: gelo federalîzm, otonomiya îdarî an jî rêbazên kulturalîst ma ne ew amûr in ku bi wateya rastîn tişta demokratîk pêkan dikin? Divê em vê bibînin: bingeha mîstîk a demokrasiyê li ser qanûna xwe bi xwebirêvebirinê ye. Wê demê di yek lehzê de herc kirina van têgehên dîrokî divê em bi çi îzah bikin? Ji bilî vê yekê, qet yek ji wan tiştan li Tirkiyê nehatiye ceribandin û ne jî bi awayekî rastîn bûye mijara nîqaşan.

Evê xeteriyeke cidî ya wiha heye û em nikarin çavên xwe ji vê yekê re bigirin. Ew jî ev e: Doza kurd ji paradîgmaya, mafê xwebiryardana çarenûsê, xwe bi xwebirêvebirinê derxistin û ber bi dadweriya qanûnî ya amûrî ya netewe dewleta mêtînger re helan, çawa bênirxandin bila bênirxandin -armanca ne ew be jî- Kurd bi polîtîkayên hiqûqa kêmneteweyên lîberalîzmê, bi endustriya mafên mirovan a têkçûyî ya lîberalîzmê re bi tenê dihêle. Ji bilî vê jî, eger mesele ji çarçoveya xwe bi xwerêvebirinê bê derxistin tê wê wateyê ku em ê bi awayekî eşkere rastî asîmîlasyonê, self-kolonyalîzmê û hemû hewldanên bi vî rengî re bên. Ez dibînim ku me li ser van tiştan baş nefikiriye, ev pirsgirêkek mezin e.

Kî muxatabê banga demokrasiyê ye?

Wek dawî, li Tirkiyeyê nirxên demokratîk û heta hişmendiya demokrat wek cilên şûştinê yên qurmiçî di rewşa şerma wan rakirî de, pirsa; hemtayê banga demokrasiyê kî ye, bi awayek cuda giring e. Ser re, di rewşeke siyasî de ya ku tevgerên nû yên faşîst li cîhanê xurt dibin û konjoktura ku di siyaseta Tirkiyeyê de meraqa tekno-faşizma Ozdag’iyan geş dibe de, gelo dê pêşeroja van reformên demokratîk çawa were misogerkirin?

Hem li Tirkiyeyê û hem jî bi giştî li Rojhilata Navîn çi li benda siyaseta kurd e? Hûn dikarin panoramayekê çêkin?

Em li ser metnê bidomînin hezkî. Rastî di metnê de, tekiliya kurd û tirkan wek problemek muzmîn (kronîk) tespît kirin giring e. Lê tiştek din a ku qasî vê giring heye; peywenda dijber de li vê metne de ji têgehiştenek kolonyalîst re hema hema rê tune ye.   

Ji aliyê din ve heke tiştên xuyadike bênêrîn û eger bê pratîzekirin; tê fehmkirin li ser formulasyona felsefeya Gokalp’î ya ku kurdi wek bira qebûl dike reform dê pêkwerin. Di vê çarçoveyê tê gotin ku dê dest bavêjin qadên problem ên di dîroka kurd-tirk de, li gor vê tirktî dê bê te vezelandin. Wê deme pirsek: Ji manîfestoya Yusuf Akçura ya Sê Usulên Siyasetê -ku sala 1904ê rêkirî Qahîre’ye bo weşandinê- heta niha kesê dîtiye an bîhistiye di asta rêveberî de tirktî misqalek hatibe vezelandin?

Lê dixuye ku nivîsên Gokalp ên li Kuçuk Mecmua’yê wê bibe trabzana vê pêvajoya nû ya aştiyê.  Ka em bihesibînin me bê pirsgirêk ev trabzane qebûl kir. Wê demê pirsa dê bê kirin ev e; gelo doza wî  dikare bêtê bêhiyerarşîkirin. An jî rastiya du gelên wekhev di fikrên wî de cih digire? Mirov nikare di vê mijarê de xweşbîn be.   

Hindî ku ez têgehiştim bi “trabzana Gokalp” ve dixwazin vê bikin: Wusa tê xuyan ku alîgir dê Tirkitiyê, bi prensîbên gerdûnîtiya Îslamî û piraniya demokratîk ve vezelînin, bi vê riyê dê bo ya kurd cih vekin. Fikra, ne bo kurdîtiyê, bo yê kurd qadek vekirin, wek hûn dizanin hêmanên temamker ên felsefeya ferq û naskirinê yên Lîberalîzmê derdikevin pêş. Wusa tê xuyan yê kurd wek şaxek xweser a Tirkîtiyê hatiye qebûl kirin, em ji bîr nekin Bahçelî gotibû kurd, ne yê binyat kurd.   

Wusa xuya dike, tesewirek kurd a ku di dest de çek tuneyî, di hişê wî de fikra serxwebûn/xweseriyê tuneyî, berê wî li Enqerê, dê nav sîstemê cih bigire. Em dikarin bibêjin fikriyata kurd ya hatî rojhilatkirî li Enqerê hatiye qebûl kirin. Em Şivan’ê (Tarik Akan) yê li filma Yilmaz Guney a “Suru” bînin bîra xwe, Enqere ji bo wî nexweşxane bû, dewlemendî bû, dinyayek nû bû; wextê li ber guhê jina xwe ya “hatî bê zimankirî” pistepist dikir û digot: “Enqere, Enqere, her betx reşek dixwaze te bibîne.”

Lê em vê ji bîr nekin.  Gokalp di heman demê de ji bo elîtên dewletê yên ku li pey me’dê fetihê ne ji bilî trabzanê rola manîvelayê dilîze.  Ji ber ku îro Gokalp tê wateya îrredantîzmê, me’dê fetih kirinê, ji nû vê pêngav avêtina Tirkitiyê ye bo Rojhilata Navînê.

Çawa ku wî carekê wiha nivîsîbû: “Mîsaka Milî ji me re sînorek etnografîk xêz dike.  Cihên di nava vî sînorî de ew cih in ku tirk û kurd lê niştecih in.  Çawa ku bernameya me ya netewî qebûl nake ku tu gundekî tirkan li derveyî axa me ya nû bimîne, ew nikare razî bibe ku tu gundekî kurdan jî li derve bimîne. Ji ber vê sedemê, (wî digot) ev yek ji erkên me yên niştimanperwerî yên herî giring in ku em hemû cihên li Mûsilê, Bexdayê ku kurd û tirk lê dijîn, vegerînin welatê xwe.”  

Ev îdeala kolonyal a Gokalp ji nû ve ruh dide elîtên tirk, diyar e ku çi cismanî be çi nebe, ji xeteke ku ji Efrînê heta Qamişlo, ji Kobanê heta Silêmaniyê, ji Hesekê heta Urmiyê hatiye kişandin, fersendê dide lebensraumekê (qada jiyana tirkbûnê).  Bi dîtina min motîvasyona elîta dewletê ya ji bo aştiyê li vir veşartî ye.

Baş e, gelo di vê lihevhatinê de du kirdeyên (subje) yeksan hene? Rastî ez zêde pê bawer nînim. Ez dibêjim heke em teoriya Spîvak a zihnê du alî bînin nîqaşê em dikarin munazareyek hêj hilberdar bikin. Spîvak dibêje zihnê du alî de; du kirde di heman demê, hem dijberê hev in hem jî hevdû ava dikin. Pirs ev e: qebûl kirina du kirdeyên wekhev heye? Li vir jî xweşbîn bûyîn gelekî zor e.   

Lê em dikarin bibêjin ji teoriya zihnê du alî zêdetir îdeala cêwî pozisyona aliyan diyar dike. Em bînin bîra xwe, teswîra “îdeala cêwî” di muktesebata siyasî-wêjeyî ya Peyamî Safa de derbas dibe. Em dikarin ferz bikin ku aliyan, dîroka tekiliyên kurdan û tirkan şîroveyek nêzîk li ser îdeala cêwî û îdeala du alî (komara demokratîk) nirxandine. Heke rewş ev be bi gotina Safa “Înqilaba tirk” ev îdeala han “bi yek derbeya şûrê ji bini ve jêvekiribe” wê demê dê ev kare çawa çêbibe?

Lê belê dîsa xuya dike ku Ocalan herî kêm di demek kurt de; di çarçoveya dewleta yekpare de pêngavên erênî yên hikukî, reformên makeqanûnî, gelemperî û cihî nîşan dide. Li vir pirsa dê bê sual kirin ev e: Hikuka dewleta yekpare, dê çikas bê vezelandin. Ma dikarin vesazkirinên mafên hevpar bikin yan dê mafên takekesî bên berfirehtir kirin?    

Li aliyê din, nîzamek nû ya dinyayê ava dibe û aktorên vê dinyaya nû jî çi nebe vê demê pişta xwe didin rûmetên demokratîk. Di  rewşa van tiştên eşkere de; li ser demokrasiya cureyê Tirk pêkhatin îdiayek gelek micid e. Di ser de jî çavdêrek sêyem û hêzek garantor jî -ku vê gavê nayê xuyan- tune be dê çawa bibe?

Bi kurtasî, rojane kirina Gokalpî bi forma “Tirk bûn, Îslam bûn, Demokratîk bûn (Hemdemî bûn)”   dê bibe çareyek ji bo kêşeya Kurdan an ne, em ê bi hev re bibînin. 

Di destpêka sedsala borî de, rêxistinên serhildêrên Ermenî jî di heman rewşan de derbas bûn, û di wê demê de yek ji mijarên serekê yên nîqaşan ev bû: “Ma em ji bo mîrektiyek mustaqîl a Ermenî bixebitin, an jî vezîrê me di Stenbolê de hebe?” Dibe ku me haj pê nebe lê demek dirêj e ku ev mijar ji bo me jî, ji mijarên herî giring ê nîqaşê ye. Û metin biryar hilgirtina ji bo reya duyemîn dide pêşberî me.

Ez dibêjim em vê jî ber bi çav bigirin; piştî demek dirêj, cara ewil e ku siyaseta îngilîzan bi her awayî Rojhilata Navîn hildaya markaja qadî. Di siyaseta kevneşopî ya îngilîzan ji bo kurda dîzaynek bi statu tune ye. Çi dema îngilîz vegeriyan Rojhilata Navîn, kurd rastî komkujiyan hatin.

Nerîneke bi baldarî li ser rola îngilîzan a di vê pêvajoyê de, feyde heye. Yek ji hêmanên diyarker jî ev e. Dema ku Şam di tepsiya zêrîn de pêşkeşî Colanî dihat kirin ne tesaduf bû ku Bahçelî destê silhê dirêj bike. Heke îngilîz netewperweriya tirk û netewperweriya Cihû di xalek hevpar de bigihîne hev, dibe ku Pax-Osmaniyek nû li Rojhilata Navîn de dest pê bike. Ger te’dayiya uris neyê sekinandin, “xala hevpar” qet jî zehmet nîne.   

Ji bo piştî niha hûn pêvajoyê çawa dinirxînin, bi dîtina we dê ber bi ku ve here?

Li ser navê xwe bibêjim; ez ji destpêka pêvajoyê heta niha tiştên ku diqewimin bi modek aştîxwazekî hayjixwe temaşe dikim. Ji aliyekî wekî zimanên Meleyên kurd ê bişablon bênavber dibêjim “aştî baş e” Lê ji aliyek din ve xwedî fikarim ku hewlên aştiyê yên ku bi naverok, hest û amrazên wê baş nehatine eyar kirin; îhtîmale di dest de biteqe.

Bêguman aştî ne lastîka cîgir ya makîneya şer e. Van rojan gotinên Edward Seîd ên li ser aştiya Îsraîl-Filîstînê yên pêvajoya Oslo’yê dinêrim. Hêj wan deman halê sernişîv ê têkoşîna Filistînê ya wê demê hesiyabû.  Hingê hewla aştiyê ya bi niyeta qenc û xwedî kêmasiyên hebûnî ve dihat rêvebirin; wî hişyarî dida ku bi girtina qeyda kêmasiyên pêvajoyê ve dibe ku “Versay’a Filîstînê” ya ku dê hemû destketiyên Filîstiniyan ji wan hilgire biqewime. Bi rastî ez jî heman fikaran de me û heke ev pêvajo bi exlaqek kamil ê sulhê û bi wateya sulhê ya silametiyê tîne ve neyê rêvebirin îhtîmal heye bibe “Versay’a kurdan”.

Wekî din, em dizanin ku Ocalan bi baldarî Foucault xwendiye, wî bi navê “Parastina Gelekî” pirtûkek nivisiye ku amaje bi pirtûkek Foucault ya heman sernameyî hatiye nivîsîn. Enteresa ne ku Foucault pirtûka ez behs dikim de (Divê Civakê Biparêzin) hêj di dersa ewil de mijarê tîne ser fermandarê Prûsyayî Clausewitz û hevoka wî ya; “şer, ji bilî domandina siyasetê ya bi amrazên cuda ne tiştek e” tefsir dike. Bi vî awayî vê tîne bîra me; di nav sazûmanek siyasî hinek caran “aştiya sîvîl” wek berdewamiya şer tê şîrove kirin; anku bixwe wek beşên şerî, perçe kirina wê û cihgirtiyên wê. Em hêvî bikin ku ev agahiya tefsîrê bila şaş be û alîgir, ev rûmetên aştiyê li şuna lastîka cîgir ya şer bi kar neînin ve aştiya ku herkese hewceyî wê ye pêk were.

Em dikarin bibêjin kurdên Bakur dikevine demên dîroka xwe ya hem herî hêsan û hem jî ya herî zor di çarçoveya enstrumanên têkoşîne ve. Hêsan e ji ber ku dema sulh çêbû hewce nake bimirin û bikujin. Zor e ji ber ku wek dîrokî ji kevneşopiyek bê tundî agahdar nînin û derbarê karîna azad kirina pênûsê tecrûbeyek wan tune ye. Em bi serpêhatiyek Gandî ve bibejin; xwedî satyagraha (hêza heqîqetê) ne, lê bele derbarê ahimsa (exlaqê bêtundiyê) ne xwedî tecrûbe ne.   

Tişta dawî ku ez ê bêjim ev e: Li Tirkiye’yê Kurdîtî ji îro şunda di berbanga destpêkek nipnû de ye.

Dijberî gelek şîroveyên ekstrem, ez dibêjim a ku hatiye fesxkirin ne Kurdîtiye, wusa difikirim ku ew Kurdîtiya bi çek a sedsala bîstan e.

Doza wekhevî û azadiyê bêguman dê bikeve formek nû. Ji ber ku tişta ku mirovên jirêzê dikêşe Kurditiyê, mîstîka Kurditiya mezlûme ku ew azadî û wekheviyê soz dide (we’d dike). Ev rewşa mîstîk, ber bi avabûna dinyayek nû de hindî diçe hêj geştir (cezbkertir) dibe.

Eger utopya wekî ku Bloch terîf kirî warê tiştê “hêj nebûyî”, “hêj pêknehatî” be, utopyaya Kurdîtiyê li meydanê ye. 

Jêderk: hemhâl.org, ev hevpeyvîne ji aliyê atolyeya ziman a Akademyê ve hatiye wergerandin.

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon