Li Wanê ji aliyê Înstituya Ehmedê Xanî bi beşdariya lekolîner û zanayan panelek derbarê Ehmedê Xanî hat amade kirin. Panel di moderatoriya Ramazan Kaya û beşdariya Prof. Dr. Abdulhadî Tîmûrtaş, lêkolîner nivîskar Firat Aydinkaya û lêkolîner nivîskar Sînan Hakan bûn.
Di panelê de li ser jiyana Ehmedê Xanî û berhemên wî pêşkêşî hatin kirin. Panelîstan cudahiya Ehmedê Xanî, giringiya wî ya ji bo miletê Kurd anîn ziman.
Piştî panelê ji beşdarvana pirs û şîroveyên wan hatin hilgirtin. Dîroknas Îhsan Colemergî jî yek ji beşdarvanan bûn. Ji bo beşdar bûyîna panelîstan plaket hatin dayîn.
Endam û dildarên Akademyê jî hatibûne gazî kirin. Hevserokên Akademyê Birêz Gulseren Kîraz û Abdurrahîm Orhan jî li panelê amade bûn û plaketa birêz Ramazan Kaya ji aliyê hevserok hate dayîn.

.

.



Şîroveyekê binivîse