Heyeta ji Serokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan, rêveberê Akademyê Birêz Raîf Çapraz, dildar û kursîyerên Akademyê pek hatî seredana Hevsorekên Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê Birêz Abdullah Zeydan û Birêz Neslîhan Şedal kir.
Heyeta Akademyê pîrozbahî li Birêz Serok Abdullah Zeydan kir û di peywira hevserokatîyê de serkeftin jê re xwest. Hevsorek Neslîhan Şedal ji ber ku li Amedê bû beşdarî pêşwazîkirinê nebû.
Birêz Zeydan jî spasîya heyetê kir û kêfxweşîya xwe ya derbarê seredanê anî ziman. Birêz Serok derheqê kar û xebatên Şaredarîyê û rewşa wê li gel heyetê suhbwer kir. Birêz Orhan daxwaza bi hev ra xebat kirinê ya Şaredarîyan û Sazîyên Sivîl anî ziman û projeyek hatî amade kirin jî pêşkeşî Birêz Zeydan kir, Hevserok Zeydan jî dîyar ku ew jî dixwazin sazîyên bajar ra bixebitin û ew dê Konseya Bajêr dîsa aktîf bikin.
Piştî hevdîtine Serok Orhan dîyarîyên taybet yên ku ji bo her du Hevserokan hatibûn amade kirin pêşkeşî Birêz Abdullah Zeydan kir.
Hilbijartinên cihî yên 31 Adarê Birêz Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal serkeftî bibûn. Bi hinceta dozeke Birêz Abdullah Zeydan mazbata nehatibû dayîn, lê piştî berteka xurt ya gelê Wanê û gelek bajarên din mazbata hatibû dayîn.

.

.

.

.



Şîroveyekê binivîse