Rojek ji rojan li bajarekî di nav çewlikeke fireh de xanîyek mezin hebû. Di vî xanîyî de malbatek dewlemend hebû. Keçeke biçûk, cindî û şîrîn a vê malbatê hebû. Navê wê jî Fatfatîlok bû.
Fatfatîlok gelekê kêfxweş û bextewar bû. Piştî demekê dayîka wê nexweş ket û mir. Bavê Fatfatîlokê rabû daweta xwe kir. Ji bo Fatfatîlokê jinbavek anî. Du keçên jinbava wê jî hebûn. Li ser mirina dayîka Fatfatîlokê ev jinbav û keçên wê ji bo Fatfatîlokê çi rehetî nedihêlan. Azar û ezîyetên jinbav û zirxwîşkên wê qet xelas nebûn. Piştî du salan ku bavê Fatfatîlokê mir ew ezîyet û tehde zêdetir lê hate kirin. Jinbavê karên zor ên li malê hemû bi Fatfatîlokê dan kirin. Ji ber vê çendê Fatfatîlok hez ji jinbava xwe nedikir.
Fatfatîlok gelek rind bû û zirxwîşkên wê hesûdî lê dikirin. Cilûbergên kevin û diryayî didan Fatfatîlokê yên nû jî li xwe dikirin. Fatfatîlok gelek guneh û reben bibû ber destê jinbav û zirxwîşkên xwe. Fatfatîlok hem jana mirina dayîk û bavê xwe dikêşa û hem jî di nava mala xwe de wekî bîyanîyek û xudamekê xuya dikir. Piştî mirina bavê Fatfatîlokê dewlemendîya wan nema û hemû malê xwe xerç kirin. Debara xwe jî bi xwedankirina heywanan dikirin. Caran Fatfatîlok di mala xwe de jî dima birsî. Jinbav xurek û vexurekên malê dikire dolabekê û dolab qefl dikir ca ku kesek jê tiştekê nebe.
Rojekê Fatfatîlok gelek birsî bibû. Çû li nava malê tiştek xwarinê gera lê nedît çû ber dolaba xurekan sekinî û bi qeflê ve mijûl bû. Wê gavê jinbava wê hat şemaqek li sûretê Fatfatîlokê da û çû. Fatfatîlok hema kete ber
derê dolabê û girî. Alîyekê ve girî alîyek dî ve bi dengeki kelegirî wiha got: – “Jinbavê kafirbavê ez birsîme ber dolabê”. Ji cihê xwe çar pênc caran wiha got. Fatfatilok diltengîya xwe bi xwedîkirina heywanên li çewlikê ve da tune kirin. Bêhna wê gel heywanan fireh dibû. Ji ber dolabê rabû çû der ve çû alîyê heywanên xwe.
Di çêwlikê de çêl, golik, berx, pez, mirîşk, dîkil, elok, qaz, werdek û seyekê Fatfatîlokê hebûn. Fatfatîlok herî zêde hez ji golik û dîkê xwe dikir. Wextê xwe yê zêde gel heywanên xwe derbas dikir.
Meh borîn, sal borîn Fatfatîlok mezin bû û hate heda mêran. Fatfatîlok heta mezin bû gelek êş û azar ji destê jinbav û zirwîşkên xwe dît.
Fatfatîlok, rojekê çêla xwe û dîka xwe birin devçemî. Fatfatîlokê li rex çemî cil û kincên malê şuştin. Piştî karê xwe, dest û rûyê xwe jî şuşt. Rûyê Fatfatîlokê piştî şuştinê şibî heyîvekê dibiriqî. Wê wextê lawikê mîrî li ser rê ku ji wir derbas bû Fatfatîlokê dibîne. Ew rûyê rind, endama bedew bo sebeba evîndarîya wî. Gelek dilê wî kete vê keçikê. Lawê mîr ku çû qesrê, ew keça li ber
çemî dîtî, behsa wê ji bavê xwe re vekir.
Mîr ferman da xulamê xwe. Xulam xanîyê Fatfatîlokê dîtin û cab dan jinbava Fatfatîlokê. Jinbava wê dizanî ku xwezgînîyên tên ne ji bo keçên wê yên kirêt in, ji bo Fatfatîloka bedew in. Jinbav xebera xulamên mîrî anî, negote Fatfatîlokê.
Jinbav bi hesûdî, xwe bi xwe got: “Ew bên Fatfatîlokê ji min bixwazin ez nedim dê mîr min bikuje eger ez Fatfatilokê bidim, piştî dawetê dê biçe qesrê li wê bimîne û em jî dê bimînin di vî xanî de. Hem hemû karên çêwlîkê, ez û keçên min dê bikin. Jixwe Fatfatîlok biçe qesrê êdî berê xwe jî nade me. Çimkî me gelek xerabî lê kirîye.” Jinbav difikirî, difikirî tiştek hate bîrê.
Planek çêkir. Çû ji bo her du keçên xwe cilên biha kirîn û dan ber kirin, keçên xwe xemilandin û cindî kirin. Çû ji bo mêvanan çêla Fatfatîlokê serjê kir. Fatfatîlok û heywanên çêwlîkê, çêl dîtin ku di wê halî de ye gelek xemgîn bûn û xwe aciz kirin. Paşê jî jinbav destê Fat- fatîlokê girt bire xanîyê tendûrê û êxiste tendûra bi xwelî û derîyê tendûrê girt. Tiştek giran danî ser devê tendûrê vegerî mala xwe. Heywanên Fatfatîlokê ji ber vê rewşê xwe gelek aciz kirin zêdetir jî dîkilê Fatfatîlokê. Jinbav bi goştê çêlekê xwarinek amade kir, man hêvîya mêvanan.
Jinbavê herdu keçên xwe kirin pişt di perdeyê de. Xwezgînî hatin rûniştin. Mîr dest bi xeberdana xwe kir lê wê gavê dîkilê Fatfatîlokê rabû li ser dareke li hemberê pencereya odeyê bang kir û got: “Qîklo qîk Fatfatîlok tendûrê da, geverişk ê pişt mehfîrê da.
Xwezgînî û mêvan hemû heyîrî man. Berê xwe danê: “Ya Rebî ev dîkil çi dibêje.” Banga dîkî bala lawê mîrî kêşand. Jinbav pê hesa rabû çû derve dîk li ser darê anî xwarê. Jinbav hate malê, mîr dest bi xeberdana xwe kir lê dîk dîsa rabû ser darê û bang kir: “Qîklo qîk Fatfatîlok tendûrê da, geverişk ê pişt perdê da.”
Xwezgînîyan gotin: “Welahî ev dîk tiştekê dibêje. Lawê mîr ji nişkê berxwe ve rabû çû ber derê malê. Dîk ku lawê mîr dît xwe ji darê avêt çû xanîyê tendûrê. Kurê mîr kete pê wî. Dîk li ser devê tendûrê carek dî got: “Qîklo qîk Fatfatîlok tendûrê da, geverişk ê pişt perdê da.”
Kurê mîr, ku tiştên li ser devê tendûrê rakirin mêvan hemû jî hatibûn xanîyê tendûrê. Çi temaşekirin di nava tendûrê de keçikeke delal heye. Fatfatîlok ji tendûrê derxistin. Kurê mîr got: “Bavo! Keça min li rexê çemi dîtibû, ev e.”
Mîr ku mesele fam kir, mal, milk û heywanên Fatfatîlokê ji destê jinbava wê standin û Fatfatîlok jî cilûbergên bûkînîyê lê kirin hildan birin. Jinbav û keçên wê yên geverişk jîyana xwe di nava feqîrî û pîsatîyê de derbas kirin. Fatfatîlok û kurê mîr heta dumahîya emrê xwe di qesrê de bi dilşad û bextîyarî jîyana xwe derbas kirin.
Çîroka me lê re xelas bû, rehma Xwedê li ser guhdar û haziran bû…
(Fatfatîlok- Ji Pirtûka Bedredîn Wanî)


Şîroveyekê binivîse