Di merasîmên Cejna Pîr Şalyar de ku bi “Zemawenda Pîrşalyar” tê naskirin, bi lêdan def, zikir, semaya îrfanî, xwedina helbestan, qurbanî û belavkirina goştê qurbanan ji aliyê derwêşan ve tê pîroz kirin.
Pîr Şalyar kesayetiyek kevnar e li herêma Hewramanê û mezargeha wî li heman deverê heye. Çavkaniyên dîrokî û niştecihên herêmê derbarê kesayet û ola Pîr Şalyar de, xwedî nêrînên cuda ne, lê her kes qebûl dike ku ew pîrekî olî yê hezkirî di nav gelê herêmê de bû.








Şîroveyekê binivîse