WAN – Çiyager û werzişvan derketin lûtkeya Keleha Spî

WAN – Çiyager û werzişvan derketin lûtkeya Keleha Spî

Wan bajarekî geştyariyê ye û havîn û zivistanan bi hezaran geştyar berê xwe didin Wanê.

Geştyariya nava xwezayê jî cihekî girîng di nava geştyariya çand û kultûr û dîrokê de digire.

Endamên Komeleya Werzişê ya Gelî û Xwezaya Wanê, her carê berê xwe didin çiya û baniyekî cuda û li gel werzişê, danasîna wan deveran jî dikin.

JI BO VÎDEOYÊ LÎNKÊ VEKIN

Endamên komeleyê vê hefteyê berê xwe daye lûtkeya Keleha Spî ku keleheke Urartuyan e.

Serokê Komeleya Kulûba Werzîşê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê Omer Demez bangî  werzişvan, çiyager û geştyaran kir ku beşdarî çalakiyên wan bibin.

Ji jiyana rojane dûr demên bextewar derbas dikin

Geştyar û werzişvan li nav xwezayê ji jiyana rojane dûr demên bextewar derbas dikin.

Ji bilî werzişvan û çiyagerên Kurd gelek werzişvanên ji bajarê Tirkiyeyê jî beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.

Geştyar Îremê got, “Em îro bi malbata Gelî û Xwezayê re derketin ser Keleha Spî. Ez yekemîn car derketim lûtkeyekê. Kêfa min gelekî hat.

Rêya me zehmet bû lê wan bi rêberiyeke profesyonelî alîkariya me kir.”

2 milyon û 735 hezar geştyar çûne Wanê

Serokê Şaxa Saziya Kompanyayên Geştyariyê yên Tirkiyeyê (TURSAB) ya Wanê jî ji Rûdawê re got, sala 2022yan 2 milyon û 735 hezar geştyaran Wan ziyaret kiriye.

Serokê TURSABê da zanîn ku ji wan milyonek û 685 hezar geştyarên biyanî û milyonek û 50 hezar jî geştyarên xwecihî bûne.

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon