Di destpirtûka “Rewşa Derûnî, Trawma û Alîkarî Piştî Karesatan” de pisporên tenduristiya derûnî xwestiye li ser çend xalên girîng rawestin ku mirov di wan rewşên karesat û bobelatan de hay ji bertek, nîşêt û rêyên xweparastinê hebin da ku hem bo xwe û hem bo derdora xwe bibin alîkar.
Pisporên tendirustiya derûnî ku di amadekariya vê destpirtûkê de cih girtiye dixwazin ev xebat bigihêje ber destên gelek kesan û gelek kes ji vê pirtûkê sûdê wergirin.
Ev destpirtûka ku hatiye amadekirin li ser van mijarên girîng radiweste:
– Bertekên derûnî yên piştî karesatan
– Agahdarkirina civakê derbarê karesatan de
– Perwerdehiya derûnî ya piştî karesatan
– Stresa trawmatîk û bandora wê
– Şîna trawmatîk û pêvajoya şînê ya piştî erdhejê
– Rêbazên serederîkirina stres û rageşiyê
– Bertekên zarokan ên piştî erdhejê
– Vegotina erdhejê ji zarokan re
– Bertekên şînê bi zarokan re û hin pêşniyaz bo malbatan
– Bikaranîna made, derman û alkolê piştî trawmayên girseyî
– Ragihandina xebera nebaş û mirinê bo xebatkarên tenduristiyê
– Xweparastina xebatkarên tenduristiya derûnî piştî karesatan
– Ragihandina nûçeyên trawmayê û rewşa xebatkarên tendirustiya derûnî di çapemeniyê de
Pirtûk di bin banê Kovara Psychology Kurdî de bi edîtoriya Abdulsittar Ozmen û Siyabend Aslan hatiye amadekirin û bi piştgiriya Institut for Transcultural Health Science, BW, Stuttgart û Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan hatiye çapkirin.
Kesên pispor ku di amadekariya vê destpirtûkê de cih digirin ev in:
– Psîkiyatrîst Azad Dildar
– Psîkiyatrîstê Zarok û Kamilan Veysi Çeri
– Pispora Xizmeta Civakî Gulperi Gunduz
– Derûnnas Rozerîn Yildirim
– Psîkoterapîst û Trawmatolog Pirşeng Omar Ahmad
– Derûnnas Siyabend Aslan
– Derûnnas Samed Dogan
– Pisporê Xizmeta Civakî Abdullatif Meşe
– Derûnnas Hasan Ozturk
– Derûnnas Hasan Elçioglu
Hûn dikarin ji vê lînkê destpirtûkê daxin û ji bo bigihe ber destê gelek kesan parve bikin. (rudaw)


Şîroveyekê binivîse