Li Wanê Coşa Cejna Zimanê Kurdî: Pêşbirka Helbestan a “Nûbihara Biçûkan” Hat Lidarxistin

Li Wanê Coşa Cejna Zimanê Kurdî: Pêşbirka Helbestan a “Nûbihara Biçûkan” Hat Lidarxistin

Di çarçoveya pîrozbahiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de, li bajarê Wanê pêşbirka helbestan a bi navê “Nûbihara Biçûkan” bi beşdariya zarokên ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi coşeke mezin birêve çû.

Bi hevkariya Akademy, Înstîtuya Ehmedê Xanî û Nûbiharê, bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, ji bo zarokan pêşbirka xwendina helbestan hat sazkirin. Bernameya ku li Hola Konferansan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (VAN TSO) hat lidarxistin, rastî eleqeyeke pir mezin hat.

151 Zarok Ji 7 Bajaran Beşdar Bûn

Pêşbirka ku armanca wê xurtkirina têkiliya zarokan a bi zimanê dayikê û wêjeya kurdî ye, deriyên xwe ji bo zarokên 7 bajaran vekir. Ji bajarên wekî Wan, Colemêrg, Riha, Êlih, Amed, Sêrt û Bedlîsê bi giştî 151 zarok serî lê dan. Piştî nirxandina jûriyê, 20 zarokên ku serkeftî hatin dîtin derketin ser dikê û helbestên kurdî bi hostayî xwendin.

Serkeftiyên Pêşbirkê û Xelat

Di encama pêşbirkê de ku zarokan bi performansa xwe ya li ser dikê heyranên hunerê bandor kirin, ev zarok bûn xwediyê xelatên sereke:

  1. Songul Dînçer (Yekemîn)

  2. Delal Dûman (Duyemîn)

  3. Gul Kaya (Sêyemîn)

Ji bo zarokên serkeftî xelatên wekî zêrê çaryek, tablet, saeta jîr û xelatên pere hatin dayîn.

Hunermendan Reng Dan Bernameyê

Pêşbirka ku ji aliyê Macît Orhan û Cahîde Koçê ve dihat pêşkêşkirin, bi beşdariya hunermendan veguherî festîvaleke hunerî. Dengbêjê navdar Taha Bozdemîr, hunermend Neslîhan Edîş û Şivan Ulaş bi kilam û stranên xwe yên kurdî coşa zarokan û beşdaran du qat kirin.

“Em Dixwazin Vê Pêşbirkê Bikin Kevneşopî”

Rayedarên saziyên amadekar diyar kirin ku ev pêşbirk ne tenê pêşbaziyek e, lê belê hewldanek e ji bo parastin û geşkirina zimanê kurdî di nav nifşên nû de. Hat destnîşankirin ku ew dixwazin pêşbirka “Nûbihara Biçûkan” di salên pêş de jî berdewam bike û bibe kevneşopiyek da ku zarok bi ziman û çanda xwe mezin bibin.

.

.

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon