28.10.2023 yan li Akademy’ê yekemîn qursa xwendin û nivîsandina Kurdî hat dayîn. Serokê Akademy’ê birêz Abdurrahîm Orhan wek mamoste qurs da. Bi armanca ku beşdarvan bikaribin Kurdî bixwînin û binîvîsin ev qurs hat organîze kirin.
Mixabin gele Kurd ji ber tunebûne perwerdeya zimanî zikmakî nikarin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin. Bi saya vê qursa sê saetî êdî beşdarvan dê bikaribin metnên Kurdî bixwînin û dê bikarin Kurdî binivîsin.
Beşdarvanan spasiya xwe bo amade kirina qursê pêşkêş kirin û daxwaza qursên demdirêj bo pêşvebirina zimanê Kurdî û Îngilîzî kirin.





Şîroveyekê binivîse