Akademy: Ronahiya Ziman, Zanist û Çandê
Destpêk û Dîroka Avabûnê
Saziya Akademy, di 1ê Nîsana sala 2021ê de wekî saziyeke civakî, sivîl û qanûnî (legal) li bajarê Wanê hate damezirandin. Ji roja avabûna xwe ve, Akademy bi armanca afirandina civakeke zana, xwedî hişmendiyeke bilind û ji dinyayê re vekirî, xebatên xwe yên di qadên perwerde, çand û hunerê de dimeşîne. Akademy ne tenê navendeke hînbûnê ye, di heman demê de pirek e di navbera nirxên neteweyî û pîvanên gerdûnî de.
Felsefeya Perwerdehiyê û Hişmendiya Ziman
Taybetmendiya herî sereke ya Akademyê, polîtîkaya wê ya ziman e. Sazî di hemû kar û xebatên xwe de zimanê kurdî wekî bingeheke esasî dibîne. Di perwerdehiyê de modela “ziman bi wî zimanî” (direct method) tê meşandin; wek mînak, dersên îngilîzî bi îngilîzî tên dayîn. Lê belê, gava ku xwendekar di têgihiştinê de zehmetiyê bikişînin, zimanê kurdî wekî piştgira sereke tê bikaranîn. Ev nêzîkatî hem pêşketina zimanê kurdî di qada akademîk de xurt dike, hem jî hînbûna zimanên biyanî hêsantir dike.
Akademy giringiyeke taybet dide rojên sembolîk ên mîna 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî û 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî. Bi van çalakiyan, sazî hewl dide ku hişmendiya ziman di nav civakê de zindî bihêle û rûmeta zimanê dayikê biparêze.
Di van rojan de bi panel, konser, pêşbirkên helbest xwendinê û çalakiyên wekî van di nav civakm de hişmendî û eleqeyê ji bo ziman geş dike.
Akademy bi armanca pêşxistina perwerdehiya berfireh û kalîteyî ji bo hemû temenan (zarok, ciwan û mezinan) hatiye damezrandin. Em derfetên fêrbûna zimanên cuda pêşkêş dikin: Kurmancî, Îngilîzî (ji asta seretayî heta pêşketî), Soranî, Almanî û zimanên din li gorî daxwaz û hewcedariyên civakê. Kursên me bi awayên rû bi rû, online û hîbrîd tên lidarxistin da ku her kes li gorî şert û mercên xwe bikaribe beşdar bibe. Bi vê yekê em dixwazin bingehek zexm a zanyariyê û jêhatîbûnê li civakê ava bikin.
Em bi Civatên Axaftinê yên heftane (li serî roja înê), atolyeyên huner û muzîkê (gîtar, erbane û amûrên din), panel, semîner, şahî û atolyeyên çandî re jî xebatê didin. Ev bername ne tenê ziman û hunerê pêş dixin, lê di heman demê de eleqeya xwendina pirtûkan, sînemayê û çanda kurdî ya dewlemend jî teşwîq dikin. Akademy di warê zanyariyê de jî xwe bi bernameyên semîner û atolyeyên zanistî yên li ser dîrok, wêje, huner û mijarên zanistî û teknolojîk yên hevdem dewlemend dike, da ku xwendekar hem zanyariyên xwe kûr bikin û hem jî bi awayekî aktîf beşdarî jiyana çandî û zanistî ya civakê bibin.
Malpera fermî ya Akademyê akademy.org.tr ye, ku tê de agahiyên kursan, nûçe, galeriyên wêne û vîdeo û bernameyên çalakiyan têne parvekirin. Malper bi kurdî û îngilîzî weşanê dike. Hesabên wê yên medyaya civakî jî çalak in: li ser X (Twitter) bi navê @Akademy13 û li ser Instagramê bi navê akademy.kurdi.english postên rojane yên derbarê çalakiyan, kursan û bûyeran têne weşandin.
Mîsyona Akademyê li ser sê hîmên sereke hatîye avakirin: Zanist, Hişmendiya Neteweyî û Berpirsiyariya Gerdûnî. Sazî dixwaze nivşekî wisa ava bike ku xwedî bawerî be, ji teknolojî û zanista nûjen re vekirî be û di heman demê de girêdayî nasname û çanda xwe be. Parastina xwezayê, xizmeta ji bo mirovahiyê û perwerdekirina zarok û ciwanan wekî erkên herî pîroz tên qebûlkirin. Akademy piştgiriyê dide her beşê civakê da ku astengiyên li ber perwerdehiyê rabin û hişmendiyeke azad bête avakirin.
