Şanoger Erdal Kaya 9 û 10 ê Adarê li Wanê stand upa xwe ya bi navê Vik û Vala pêşkêş dike. Lîstik li Şanowanê li benda temaşavanên xwe ye. Koma civanên Akademyê jî piştî kursa Kurdî bi hev ra çûne şanoyê û lîstik temaşe kirin. . .
Kategori: Sür Manşet
Kursa Îngilîzî Eleqeyek Zêde Dibîne
Kursa Îngilîzî ya bo xwendekarên dibistana navîn didome. Li gel Mamoste Gulseren Kiraz kurs bi perwerdeya hîbrît tê meşandin. Xwendekar bi kêf tev li kursê dibin, hin malbatên nû jî dikarin zarokên xwe rêkene kursê lê kontenjanên kursê temam bûyîne.
Kursa Kurdî ya Asya Duyem Dest Pê Kir
Li Akademyê kursa Kurdî (Kurmancî) ya asta duyem dest pê kir. Li gel hinde beşdarvanên kursa asta yekem hinde kursîyerên nû jî tev li perwerdeyê dibin. Kurs dê nêzîkî sê meha bidome. Li gel peşvebirina Kurmancî her wiha li ser wêje û dîroka Kurdan xebat kirin jî armancên vê kursê ne.
Pîrozbahîya 21ê Sibatê Li Akademyê Bi Coş û Heyecan Hat Tertîp Kirin
Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî li Wanê, li avahîya Akademyê pîrozbahî hat li dar xistin. Şevbêrka bi çîrok, helbest, kilam û stranan hatî pêşkêş kirin dawîyê bi govendê hat temam kirin. Eleqeyek mezin ya beşdarvanan hebû ji bo bernameyê, Pêşîye serokê Akademyê Abdurrahim Orhan li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî xeber da...
Dîmenê wê yê bi cilên Kurdî deng vedabû: ‘Divê em eslê xwe ji bîr nekin’
Dîzaynera Kurd Aleda Eva Ablay, bi cil û bergên Kurdî derket kolanên Stenbolê û dîmenên wê yên ku li ser torên civakî hatin parvekirin, di demeke kurt de deng veda. Dîzaynera Kurd da zanîn, “Dema ciwan min dibînin, ew jî dixwazin van cilan li xwe bikin. Ev min kêfxweş dike. Divê em eslê xwe ji bîr...
JI AKADEMYÊ KURSÊN KURDÎ JI BO ASTA YEKEMÎN Û DUYEMÎN
Serlêdanên kursên Kurdî (Kurmancî) ji bo asta yekemîn û duyemîn ya mezinan dest pê kir. Kursên ku hefteyê rojekê li Akademyê bê dayîn dê sê meha bikişe. Ji bo serlêdanan beşdarvan dikarin bi rîya lînkên li jêr form tijî bikin. FORMA ASTA YEKEMÎN FORMA ASTA DUYEMÎN
Dawîya Kursa Me Ya Asta Yekemîn Ji Bo Mezinan
Kursa me ya asta yekemîn a ji bo mezinan duh xilas bû. Piştî dubare kirina mijarên kursê li gel beşdarvanan nirxandina kursê hat kirin. Her wiha ji bo asta duyemîn fikr û ramanên wan hat pirsîn. Piştî perwerdeyê xwendekar dê tev li ezmûnek fermî bibin û heke serkeftî bin dê sertîfîka jî wergirin.
Dengbêj Taha bû Mêhvanê me
Dengbêjê hêja û ciwan birêz Taha Bozdemir bû mêhvanê Akademyê. Dengbêj Taha li gel xwendakarên kursa me ya mezinan beşdarî dersê bû paşî hem di dersê de hem jî civatek cuda de kilam gotin. Ji bilîkilamên dengbêjkî stranên dîlankî jî li gel xwendekaran gotin. . . .
Em Li Fuara Pirtûkan a Wanê bi Nivîskar (û Endamê Akademyê) Birêz Şehvan Karakoyun ra ne
Li bajarê Wanê bi beşdarbûna nivîskar û helbestwanên Wanê Fuara Pirtûkan a Cihî hat organîze kirin. Fuar di navbera 11 û 14 ê Kanûna Paşîn (Rêbendan) li benda mêvanên xwe ye. Endam û dildarên Akademyê li sazîye berhevbûn û bi hev ra çûn fuarê û seredanê nivîskar (û endamê Akademyê) Birêz Şehvan Karakoyun jî kir....
Heyeta Şaxa KESKê ya Wanê Serdana Akademyê Kir
06.01.2024ê roja Şemîye, heyetek ji Şaxa KESKê ya Wanê serdana Akademyê kir. Heyet ji alîyê Reveberîya Akademyê ve hat pêşwazî kirin. Li ser xebatên Akademyê û KESKê gotûbêj hat kirin. Rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî, xebatên li bajarê Wanê yên heyî hatin îstîşare kirin. Rêveberîya Akademyê behsa xebatên xwe yên li ser Kurdî û Îngilîzî...










