Akademy bi şanazî û serfirazî radigihîne ku kursên kurdî û ingilîzî ji bo mezinan u zarokan dest pê dike. Akademy girîngîyê dide pirrengî û pirdengîya mirovan û xebatên xwe jî li ser vê dimeşîne. Em wek Akademy kursên jêrîn vedikin: Kursên ji bo Mezinan Zimanê Îngilîzî: Astên A1, A2, û B1 hatine çêkirin da ku...
Author: akademyy (Naw Paşnaw)
Kursa Havînê ya Kurdî Berdewam Dike
Li Akademyê kursa kurdî ya asta yekem ku ji bo serdema havînê (2025) hatibû vekirin bi eleqeyek zêde ya xwendekaran didome. Kurs ji aliyê Mamoste Birêz Songul Atabay ve tê dayîn. Kurs her rojên Pêncşemê, li Akademyê rû bi rû tê dayîn. Piştî kursê xwendekar dikevin ezmûne û heke serkeftî bibin sertîfîkayên xwe werdigirin. ....
Çalakiya Xwendina Pirtûkên Mehmet Uzun û Civata Axaftinê
Li Akademyê xebatek nû dest pê dike. Koma xwendina pirtûkên Mehmet Uzun, hefteyê carekê dicive û li ser beşên pirtûkên Uzun yên ku berê hatine diyar kirin munazarayê dikin. Xebat her Pêncşemê saet 20:00’an tê li dar xistin û armanca dike romanên Mehmet Uzun hemûyan bixwînin û li ser nîqaş bikin.
Firat Aydinkaya: Tundî, ji bo Doza Kurd Bûye Barek
Me li gel Firat Aydinkaya li ser mijarên sereke yên di metna bangawaziyê de ku 27ê Sibatê ji aliye Abdullah Ocalan ve hatî kirin, danîna çekan û meseleya fesxê, retorîka tundiyê, rewşên nû yên di pirsgirêka kurd de derketî, hewildanên siyaseta kurd, geşedanên têne zanîn ên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û bendewariyên ku demek...
Ji Akademy’ê Pîrozbahiyek Bi Coş û Kelecan Bo Cejna Zimanê Kurdî
Di çarçoveya bîranîna Celadet Elî Bedirxan û destpêka weşana kovara Hawar’ê ku bûye wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Akademy’ê li Wan’ê bernameyek tertîp kir.Bernameya ku bi armanca bal kişandin û pêşve birina zimanê kurdî hatî li dar xistin rastî eleqeyek zêde hat. Bername bi performansa koma erbaneyê dest pê kir, piştre hevseroka Akademy’ê birêz...
Sertîfîkayên Xwendekarên Me yên Serdema ewil a 2025ê Hatin Dayîn
Hemû dildar û kedkarên zimanê kurdî pîroz dikin… . . . . . . . . . . . . . .
Serlêdanên Kursên Îngilîzî asta A1 û A2 Dest Pê Kir
Li Akademyê ji bo mezinan serlêdan kursên îngilîzî di asta A1 û A2 de dest pê kir. Kurs hefteyê du roja û 6 saeta ji bo sê meha didomin.Lînkên serlêdana kursa li jêr hatine dayîn. JI BO ASTA A1 JI BO ASTA A2
Ji Akademy û Înstîtûya Ehmedê Xanî Panelek Hevbeş li Ser 21ê Sibatê
Li Salona Konferansê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê, me wek saziya Akademyê û Înstîtûya Ehmedê Xanî panelek ji boneya Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê derbarê Ehmedê Xanî û berhemên wî hat lidarxistin. Nivîskar û lêkolînerê ji Başûrê Kurdistanê Tehsîn Îbrahîm Doskî, nivîskar, lêkolîner û weşangerê ji Bakurê Kurdistanê Xalid Sadînî panelîstên çalakiyê bûn. Di...
Serboriya trajîk a zimanekî: Bişaftin, polîtîkaya bişaftinê û xwe-bişaftin
Eger kurd di perwerdeya zimanê zikmakî de hetanî dawiyê israr nekin û her wiha zimanê kurdî li herêmên kurdan nebe zimanê fermî; li sûk û bazarê nifşên pêşiya me yê beramberî xetereyeke mezin bimînin.
Asta Duyem Bi Coş û Kelecan Didome
Li Akademyê kursa kurdî (kurmancî) bi coş û heyecan didome. Xwendekarên ku asta yekem bi serkeftî qedandine, li gel xwendekarên nû perwerdeya asta duyem hildigirin. Di asta duyem de xwendekar li ser mijarên dîrokî, wêjeyî, li ser jiyana navdarên kurd pêşkeşiya jî dikin. Her wiha xwendekar li ser stran û helbest jî dixebitin. . .










