Li Akademyê kursa zarokan a bi navê “Bi Kurdî Biaxive” ji du mehan ve ye bi serkeftî berdewam dike. Ev kursa taybet her roja şemiyê tê lidarxistin û bi awayekî geş û balkêş didome.
Kursa “Bi Kurdî Biaxive” bi taybetî ji bo zarokan hatiye amadekirin û armanca wê ew e ku zarok bi awayekî xwezayî, kêfxweş û bi xwe bawer bi zimanê Kurdî (Kurmancî) biaxivin. Di vê kursê de giranî li ser xeberdana rojane ye. Zarok bi riya mijarên nêzî jiyana wan (malbat, dibistan, lîstik, hevaltiyê û hwd.) fêrî gotin û hevokên pratîkî dibin û danûstandina azad pêk tînin.
Ders bi çalakî, lîstik, stran, drama û lîstikên komî têne xemilandin, da ku zarok hem bi kêf fêr bibin û hem jî zimanê Kurdî ji wan re bibe zimanekî xweş û bijarte.

.

.



Şîroveyekê binivîse