Saziya Akademyê li Wanê bi ser navê Ziman û Neteweyê panelek li dar xist. Bi munasebata Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ev panel li VAN TSOyê pêk hat.
Panel bi pêşkeşvaniya Macît Orhan hat tertîpkirin, di destpêka panelê de Hevserokên Akademyê Gulseren Kîraz û Abdurrahîm Orhan xêrhatina gel kirin û li ser giringiya rojê axifitin.
Birêz Kîraz li ser bingehên ziman û peydabûna wê axivî û anî ziman ku zimanek bi kêmbûna hejmara kesên ku wî zimanî xeber didin winda nabe, dema ew kesên hejmara wan kêm dest ji zimanê xwe û xeberdana wê berdan hingê ziman winda dibe.
Birêz Orhan jî li ser zordarî astengiyên sed sale li ser kurdî têne meşandin sekinî û got ji bo edalet û heqaniyetê divê derfetên bo tirkî heyî sed sal bo kurdî bên tehsîs kirin, lê mixabin dewlet ji vê nêzîkbûyîne gelek dûr e. Îro li Tirkiyê 750.000 fêrgeh (pol) hene ku xizmeta tirkî dikin, ji bo ku kurdî hebûna xwe bidomîne divê 6.000.000 malên kurd yên heyî; her malek bibe fêrgehek û bi kurdî jiyanê biafirînin û ava bikin.
Piştî xeberdanên hevserokan panel bi moderatoriya dildara Akademyê Rûzerîn Sumerê dest pê kir; panelîstê yekem Doç. Dr. Îlyas Suvagcî axiftina xwe kir. Suvagcî bi ser navê “Siberoja Kurdî: Stratejîyên Berdewamîya Zimanî” pêşkeşiya xwe kir. Bi taybetî li ser pratîken ku dikare kurdî biparêze sekinî û ne tenê li malan de, di qadên din yên civakê de jî çawa dikarin ziman bidin jiyandin nîqaş kir.
Panelîstê duyem şair û akademîsyen Sidîq Gorîcan jî li ser kurdiya standart sekinî. Çima xeberdana wê zehmettir e û mirov dide westandin li gor kurdiya res’en (orjînal-herêmî), çawa dikarin wan her du yan nêzîkî hev bikin nirxand. Li pey wê beşdarvanên panelê jî pirsên xwe kirin derbare van mijaran de.
Pişt re plaketên panelîstan ji aliyê nivîskar û rewşenbîr Xalid Sadînî, serokê Musîadê Abdullah Aras û serokê şaxa Egitim-Senê Murat Atabay ve hatin dayîn.
Berdewamiya bernameyê de Dengbêj Taha bi kilamên xwe hate ser sehneyê. Di dawiya şevê de sertîfîkayên xwendekarên kursên kurdî hat dayîn û ji bo dersên bijarte yên dibistanan de bangewaziya serlêdanê hat kirin, formên serlêdanê hatin teqdîm kirin.




Şîroveyekê binivîse