Akademy bi şanazî û serfirazî radigihîne ku kursên kurdî û ingilîzî ji bo mezinan u zarokan dest pê dike. Akademy girîngîyê dide pirrengî û pirdengîya mirovan û xebatên xwe jî li ser vê dimeşîne. Em wek Akademy kursên jêrîn vedikin:
Kursên ji bo Mezinan
Zimanê Îngilîzî: Astên A1, A2, û B1 hatine çêkirin da ku bingehên xurt ava bikin û jêhatîyên ragihandinê gav bi gav baştir bikin.
Zimanê Kurdî: Kursên asta Yekem, Duyem, û Sêyem ji bo piştgirîkirina xwendekaran di pêşxistina şiyanên xwendin, nivîsandin û axaftina xwe de bi Kurdî.
Kursên ji bo Xwendekarên Dibistana Navîn
Kursa Kurdî ya Asta Yekem – Bi dersên balkêş û înteraktîf xwendekar zimanê xwe yê bingehîn nas dike.
Kursa Îngilîzî ya Asta Yekem – Bi çavkaniyên nûjen û rêbazên hînkirinê yên piştgirî alîkariya xwendekarên ciwan dike ku xwe di zimanê ingilîzî da pêşve bibin.
Akademy bi xebatên kurdî yên berfireh û têr û tijî valahîyeke gelek mezin dadigire û dewlemendîya ziman û çanda kurdî radixe ber çavan. Her wiha Akademy bi xebatên ingilîzî jî, zimanê cîhanê fêr dike û têgihiştina mirovan geştir dike. Qeydên kursên me niha dest pê kirine û girêdanên serlêdanên me li jêr peyda dibin. Kesên ku dixwazin serlêdana van kursan bikin dikarin li ser van girêdanan formên xwe dagirin. Ji van kursên bêhempa nemînin û xwe di warê ziman û zanîna çandê da paşve nehêlin.
KURSA KURDÎ JI BO XWENDEKARÊN DIBISTANA NAVÎN


Şîroveyekê binivîse