Pîrozbahîya 21ê Sibatê Li Akademyê Bi Coş û Heyecan Hat Tertîp Kirin

Pîrozbahîya 21ê Sibatê Li Akademyê Bi Coş û Heyecan Hat Tertîp Kirin

Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cihanî li Wanê, li avahîya Akademyê pîrozbahî hat li dar xistin. Şevbêrka bi çîrok, helbest, kilam û stranan hatî pêşkêş kirin dawîyê bi govendê hat temam kirin.

Eleqeyek mezin ya beşdarvanan hebû ji bo bernameyê, Pêşîye serokê Akademyê Abdurrahim Orhan li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî xeber da û li ser giringîya xwedî li derketina Kurdî anî ziman û wiha got: “ji xwe ziman nû hîn bûn karekî pîroz ve hêja ye lê Kurdî hîn bûn û lê xwedî derketin ji vê zêdetir e, di heman demê li gel rastî û heqiyê sekinîne, têgehiştinek şoreşgerî ya bêdeng û esil e.”

.

Xwendekarê kursa Kurdî yê Zanîngehê helbesta Ey Dilbêrê ya Feqîyê Teyran dixwîne.

Kursîyerek me behsa çîroka Metran Îsa dike û çend gotin derheqê Xanî û berhema wî ya Mem û Zînê.

Dîsa xwendekara koma lîseyê û helbesta wê…

Kursîyêre me bo civatê çîrokek xweş dixwîne

.

Xwendekara lîseyê (kursîyer) û helbesta wê…

Nûçeya derbarê bernameya me li kanala Ajans65 ê.

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon