Kursa me ya asta yekemîn a ji bo mezinan duh xilas bû. Piştî dubare kirina mijarên kursê li gel beşdarvanan nirxandina kursê hat kirin. Her wiha ji bo asta duyemîn fikr û ramanên wan hat pirsîn. Piştî perwerdeyê xwendekar dê tev li ezmûnek fermî bibin û heke serkeftî bin dê sertîfîka jî wergirin.
Kategori: Manşet
Merasîma Cejna Pîrşalyar li Hewramana Text
Merasîma Pîrşalyar yek ji kevintirîn cêjnên navçeya Hewramana Text e ku salane gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îran û ji welatên derve beşdarî vê merasîmên vê dibin. Ev cêjin heta sê rojan berdewam dibe.
Dengbêj Taha bû Mêhvanê me
Dengbêjê hêja û ciwan birêz Taha Bozdemir bû mêhvanê Akademyê. Dengbêj Taha li gel xwendakarên kursa me ya mezinan beşdarî dersê bû paşî hem di dersê de hem jî civatek cuda de kilam gotin. Ji bilîkilamên dengbêjkî stranên dîlankî jî li gel xwendekaran gotin. . . .
Heman Cîh Heman Jin: Ji bo çîrokek hestyarî vegotinek dorhêl
Ji aliyê: Fîras Hac Mihemed - Filistîn
Ji Dar El-Nuxba li Qahîreyê, nivîskarê kurd ê sûrî yê li Elmanyayê Mahir Hesen vê dawiyê romana “Heman Cîh Heman Jin” çap kir. Nivîskar hinek ji jînenîgariya a xelkên deverê bilêv dike. A bi kesên ku ji dojeha rastiya tal a Sûriyê direve. Ev kurte berhema vegotinê piştî berhema wî ya yekem a vegotinê tê.
Neteweperwerekî kurd: Evdirehîm Rehmî Zapsu
Ev biyografiya ji aliyê Necat Zanyar ve hatiye nivîsîn li ser helbestvan, nivîskar û alimê dînî Evdirehîm Rehmî Zapsu ye. Navê xebatê yê orîjînal wiha ye: “Evdirehîm Rehmî Zapsu-Serpêhatiya Şahidiyeke Piralî” (Doğan SoLibri, 2023). Li jêr dixwazim bi kurtî vê pirtûkê bidim nasîn. Nivîskarê vê lêkolînê Necat Zanyar di berhemên xwe yên kurdî de Necat Zivingî bi...
WAN – Çiyager û werzişvan derketin lûtkeya Keleha Spî
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hinek çiyager û werzişvan derketin lûtkeya Keleha Spî.
Heyeta Şaxa KESKê ya Wanê Serdana Akademyê Kir
06.01.2024ê roja Şemîye, heyetek ji Şaxa KESKê ya Wanê serdana Akademyê kir. Heyet ji alîyê Reveberîya Akademyê ve hat pêşwazî kirin. Li ser xebatên Akademyê û KESKê gotûbêj hat kirin. Rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî, xebatên li bajarê Wanê yên heyî hatin îstîşare kirin. Rêveberîya Akademyê behsa xebatên xwe yên li ser Kurdî û Îngilîzî...
Ji Hêla Tewangê ve Berawirdkirina Kurmancî û Zazakî
Ev xebat li ser berawirdkirina tewangê di kurmancî û zazakî de hatiye kirin. Di destpêka xebatê de derheqê kurmancî û zazakî de agahî hatine dayîn û taybetîyên tewangê ên giştî û peywirên wê hatine vegotin.
Tîpa Lerê ya Kurdistanê li Tûnisê xelata zêrîn wergirt
Ekter û Şanokarê Tîpa Lerê Rizgar Feqê ji K24ê re ragehand, “Festîvala Navdewletî ya Şanoyên Ser Cadeyan li wîlayeta Kehefê ya welatê Tûnisê bidawî hat, ku 43 tîp ji bo wergirtina xelatan di pêşbirkê de bûn”. Herwesa got, “Baştirîn derhêner, an ekter û hizir, biryar hat dan ku wekî tîp bên xelatkirin, ne wekî...
Şeva Yelda Hat Pîroz Kirin
Li Wanê bi amadekarîya Şaxa Egitim Senê Şeva Yeldayê hat pîroz kirin. Bi beşdarbûna çîrokbêj Ayhan Erkmen û Dengbêj Keremê Panosî şeveke bi çîrok û kilaman hat derbas kirin. Destpêka bernameya helbest jî hatin xwendin. Eleqeyek zêde ya Wanîyan hebû bo bernameyê û gelek kes li ser pîyan temaşe kir. Di dawîya bernameyê da beşdarvanan...










