Di çarçoveya hevkarî û diyalogê ya di navbera Saziyên Sîvîl de, heyetek ji Akademyê seredana Şaxa KESKê (Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Gel) ya Wanê kir. Şandeya Akademyê ji aliyê Berdevkê Platforma Şaxên KESKê ya Wanê, Birêz Hamit Aker ve hat pêşvazî kirin. Delegasyonan li ser rewşa civakî û aborî, xebat û berpirsariyên saziyên sivîl guftûgo kirin....
Kategori: Manşet
Bikaranîna Zanistê
Zanista pozîtîvîst, di roja me de, ji gelek aliyan ve bandor li ser jiyana me kiriye û dike. Herçiqas bi hilberînên teknolojîk, em qala pêşketina mirovahiyê bikin jî, ev pêşketin, bi xwe re gelek pirsgirêkan derdixin holê. Pirsgirêkên xwezayî û pirsgirêkên insanî, di nav van pirsgirêkan de derdikevin pêş û roj bi roj mezintir dibin....
Şandeya Akademyê Seredana Hevsorekên Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê Kir
Heyeta ji Serokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan, rêveberê Akademyê Birêz Raîf Çapraz, dildar û kursîyerên Akademyê pek hatî seredana Hevsorekên Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê Birêz Abdullah Zeydan û Birêz Neslîhan Şedal kir. Heyeta Akademyê pîrozbahî li Birêz Serok Abdullah Zeydan kir û di peywira hevserokatîyê de serkeftin jê re xwest. Hevsorek Neslîhan Şedal ji...
Hefteyek li The Guardianê: Birêvebirina odeya nûçeyan çawa ye?
Bi Ingilîzî bixwîne Li kolanên Londrayê hewayekî hênik hebû, spêdeyeka zû tîrêjên rojê ew hênikîya kolanan sivik dikir, tîrêjên rojê li camekana mezin a avahîyekê diteyisî ku li ser wê avahîyê bi herfên mezin û reş “The Guardian” dinivîsî. Ez elimîbûm li ser ekranên computerê bi herfên biçûk nivîsa “The Guardian”ê bibînim, lê vaye bi...
Li Herema Berazan û Li deşta Surûcê Gotinên Balkêş
GOTINÊN BI NIFIR û XIRAB Li ser çavan binêre.*Li sûgum binêre.*Li çenê binêre.Li biçîmê binêre.Li ser çavan binêre.Hey tu çini bibîQurşîn li te keveQurşîna seydê li te keve.Xwedê te ranekê.Tu li qapiyan bigerîTûrê parsê li pî te be.Xwedê ji te ra nehêle.Tu bikî û tu nebînî.Tu parçe bibî.*Tu çini bibî.*Hey tu biçirî.Tu rihetiyê nebînî.Tu har...
Sertîfîka Dayîna Kursa Îngilîzî
Xwendekarên kursa Îngilîzî ya dibistana navîn îro sertîfîkan yên xwe hilgirtin. Piştî perwerdeya 6 mehan ezmûn hat kirin û kursîyerên ezmûnê derbas bûyîn sertîfîkayen A1 wergirtin. Di bernameya sertîfîka dayînê de serokê Akademyê Mamoste Abdurrahim Orhan û Mamoste Gulseren Kiraz axaftinek kirin. Li pey wê sertîfîkayên xwendekaran hatin dayîn û bi hev ra lîstik leyîstin,...
Li Akademyê Nivîskar û Mamoste Bedredîn Wanî re Gotûbêjek
28ê Gulanê 2024an li Akademyê li gel Nivîskar û Mamoste Birêz Bedredîn Wanî gotûbêjek hat li dar xistin. Mijara gotûbêjê xebatên li ser zimanê Kurdî û pirtûkên Mamoste bûn. Bername bi moderatorîya Serokê Akademyê Birêz Abdurrahim Orhan hat pêk anîn. Hem li ser Kurdî hem jî li ser her sê pirtûkên mamoste xeberdan û bersiv...
Li Zanîngeha Wanê Sempozyûma Navneteweyî ya Kurdîyatê Tê Li Dar Xistin
Li bajarê Wanê Zanîngeha Yuzuncuyilê sempozyûma navneteweyî ya Kurdîyatê 30-31ê Gulanê 2024 an tê li dar xistin. Bername saet 9:00an lı Navenda Çandê ya Cengîz Andîç dert pê dike. Zanîngeha Yuzuncuyil her sal li ser kesayetîyekê/î girîng ê Kurdîyatê sempozyûma amade dike. Îsal mijara sempozyûme li ser Mela Mehmûdê Bazîdî û Aleksandre A. Jaba û...
Pîrozbahîya 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û Sertîfîka Dayîna Kursîyerên 2024ê
Ji alîyê Akademyê ve ji bo 15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Otêla Urartuyê pîrozbahîyek hat tertîp kirin. Bername bi pêşkêşvanîya Nurşen Orhan û İbrahim Korkmaz pêk hat, pêşîyê mamoste û nivîskar Birêz Şehvan Karakoyun li ser girîngîya roje axaftinek kir. Mamoste Karakoyun behsa jîyana têr û tijî ya Celadet Ali Bedirxan û xebatên wî...
Li Ser Dîrok, Wêje û Zanyarîyê Xebatên Kursîyeran Didome
Kursîyeran asta duyem ên Kurmancî yên Akademyê her hefte li ser qadekê xebatan dimeşînin. Xwendekar wek koman li ser dîrok, wêje û zanyarîyê lêkolînan dikin û xebatên xwe pêşkêş dikin. Kursîyer ji xwe alîyekî perwerdeya ziman dibînin, bi van xebatên lêkolînê ve hem di van qadan de bi xwe lêkolînan dikin û hem jî alîyê...










