Di sala 1957ê de, du şaîr, li du welatên ji hev dûr, ji hevûdu bê hay, ji partiyên xwe yên komunîst îstifa kirin. Yek ji wan Aimê Cêsaire yê din jî Cegerxwîn bû. Aimê Cêsaire hemwelatiyê Fransayê bû.
Du pêkhateyên nasnameyê yên meriv nikare wan ji hev bike hene, ya yekê pênase û naskirin e, ya duduyan jî aîdîyet e. Herwiha nasname him bi tevayî civakî, him jî şexsî ye.