Ev xebat li ser berawirdkirina tewangê di kurmancî û zazakî de hatiye kirin. Di destpêka xebatê de derheqê kurmancî û zazakî de agahî hatine dayîn û taybetîyên tewangê ên giştî û peywirên wê hatine vegotin.
Pêwîst e xwendeyên kurd, yên ku bi hemû aliyan ve haya wan ji ziman heye, li dor lihevkirineke gelemperî, bên ba hev û gramereke dîtir ya wateyî ya ji bo kur(d)manciyê ava bikin.