Ji Bo Mexdûrên Erdhejê Fitare Hat Dayîn

Ji Bo Mexdûrên Erdhejê Fitare Hat Dayîn

26.03.2023 an li Mala Mamosteyan ya Îskeleyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Wan’ê fitare dat dayîn. Wek gelek bajarên dî li Wan’ê jî gelek mexdûrên erdhejê hene. Ji roja ya ewil a erdhejê heta îro gelê Wan’ê ji bo van mexdûran çi ji dest bê dike.

Me jî wek Akademy ji bo van mexdûran fitarek da, bername li saet 16:00 an bi pêşkeşvaniya Fatma Çalî’ye dest pê kir, li gel zarokan lîstik leyîstin, rûyê wa bi karakter û nexşên jê hez dikin boyax kirinê berdewam kir û lîstikên ku zarokan bi xwe hilbijartîne hatin diyarî kirin.

Piştî wê pêşkeşvan derheqê xebatên Akademy’ê hin agahî dan û Psîkolog Birêz Tolga Altinok gazî sehneyê kir bo semînera xwe a bi navê “Di Pêvajoya Erdhejêda Tenduristiya Dêbaba Ya Psîkolojîk” pêşkeş bike. Bi avayek înteraktîf û li gel pirsên mexdûran semîner hat dayîn.

Pişt re serokê Akademy’ê Birêz Abdurrahîm Orhan plaket da Birêz Psîkolog û li gel duayê bername hat xilas kirin û mexdûrên erdhejê û endam û dildarên Akademyê bi hev ra fitare kirin.

Şîroveyekê binivîse

Your email address will not be published.

Akademy Kurdî
Right Menu Icon